Saziyên civaka sivîl: Dê krîz bi keştiya ku kedkar tê de bin bê çareserkirin
- aborî-ked
- 09:01 25/8/2018
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Mêrsînê, bilêv kirin ku dê krîz bi keştiya ku xizan, kedkar û bindest tev de tê de ne bê çareserkirin.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Mêrsînê, bilêv kirin ku dê krîz bi keştiya ku xizan, kedkar û bindest tev de tê de ne bê çareserkirin.
Esnafên Emînonuyê diyar kirin ku ji ber krîza aborî her tişt hatiye zemkirin û di cejnê de jî karê wan nebûye. Gokhan Delîkayayê ku 20 sal in li Emînonuyê esnaftiyê dike got: "Li Mahmûtpaşayê her kes perîşan bûye. Kî bibêje karê min baş e derewan dike."
Cafer Tatliyê ku bi salan di sektora înşeatê de xebitî, piştî di vê sektorê de cinayetên karî zêde bûn vegeriya gund û tevî malbata xwe firin vekir. Niha Tatli nan dişîne Stenbol, Enqere, Îzmîr û gelek bajarên din.
Esnafên Tahtalake yên Stenbolê ku ji ber kirîza aborî li ber îflasê ne, cejn jî ji daxwaz û heviyên wan ne nebû bersîv. Gelek esnafan dikan girtin û li Tahtakaleyê bêdengî serdest e.
Esnafên Gazîosmanpaşayê diyar kirin ku gellek hilberîn hatin zemkirin û hêza mirovan a kirînî nemaye û gotin: “Çerx nagere, hemû ji berîkê diçe. Me hêviya xwe ji cejnê jî qût kiriye.”
Ber destê cejnê ye, lê belê rûyê esnafan nakene. Li Amedê kesên dezgehên xwe li ser peyarêyan vekirine gotin: "Berê beriya cejnê ev kolan weke kurmoriyan bû, ji mirovan xalî nedibû."
Esnafên Hala Zebze û Fêkiyan a Bayrampaşayê, diyar kirin ku qezenca ku berê di hefteyekê de bi dest wan diket niha di 20 rojî de bi dest wan dikeve. Esnafan got, fatûreya krîzê li wan tê birîn.
Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku bihabûna dovîzê bandorek neyînî li ser dermanan dike û ji ber vê yekê şirket biçûk dibin û li nexweşxaneyan di muayeneyan de bihayê zêde ji welatiyan tê stendin.
Kura Dolar ku ev dû rojbûn kêm dikir, di saetên nîvro de, dîsan bilind bû û derket ser 6.31 TL’an.
Ji pisporên Meclîsa ÎSÎG’ê ya Enqereyê Pinar Abdal diyar kir ku her çiqas sala 2018’an Wezareta Civak û Xebatê “sala têkoşîja li dijî karkeriya zarokan” îlan kir jî lê tu xebat nekir û bi kûrbûna krîzê re hejmara zarokên karker zêde dibin.
Esnafên Sîteya Taptanciyan a Amedê bertek nîşanî qrîza aborî dan û diyar kirin ku ger krîza aborî tune be ew çima têk diçin. Esnafan, da zanîn ku bi vî halî biçe dê 3 meh şûnde dikanên xwe bigirin.
Ajotvanên qamyonan diyar kirin ku ji ber zemkirina rê, pir û mazotê, di seferên ku berê hezar lîre qezenç dikirin niha 500 lîre qezenç dikin.
Li Amedê qurbaniyên cejnê di destê xwediyên xwe de man. Tu kirîn û firotin li bazara sewalan tune. Xwediyên sewalan gotin: “Me hêj ji sisêyan yek sewalên xwe nefirotine.”
Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen, der barê krîza aborî û gotina Erdogan a “Em di heman keştiyê de ne' nirxandin kir û got: "Em ne di keştiya îktîdara 16 salin Tirkiye noqî avê dikin de ne."
Çend roj ji cejnê re ma lê bes Bazara Jinan a Fatîhê ji ber krîza aborî vikî vala ye. Esnafan diyar kir ku zem hatiye ser hemû hilberînan û ev yek jî bandorê li ser kirîna hilberînan dike û gotin: “Heke wiha dewam bike, em ê neçar bibin derabeyên xwe bigirin.”