RIHA - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP a Rihayê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: "Heke dengekî xurt li dijî tecrîdê derkeve wê tecrîd bi dawî bibe. Divê em mal bi mal, gund bi gund, tax bi tax tecrîdê bikin rojev."
Tecrîda ku li gor lêkolînan di sala 1558'an de li Amsterdamê dest pê kiriye, gelek caran ji aliyê serdestan ve li dijî rêberên gelan hatiye bikaranîn. Sepana tecrîdê li dijî kesên ku nehatiye xwestin fikir û ramanên wan bigihîje gel hatiye bikaranîn. Ji bo nimûne; Nelson Mandella û Antonio Gramsci.”
Girtîgehên Tirkiyeyê jî ne xerîbên vê sepanê ne. Weke berdewamiya vê sepanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku piştî kompluya navneteweyî anîn Tirkiyeyê û 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê di bin şert û mercên giran ê tecrîdê de tê ragirtin. 29 meh in ji Abdullah Ocalan û Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ên di Girtîgeha Îmraliyê de tu agahî nayên girtin.
Bertekên li dijî tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê berdewam dikin. Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê jî bertek nîşanî tecrîdê dan û gotin ku ji bo tecrîd bê rakirin divê hemû kes bêhtir deng derxînin.
'GELEK DI BIN TECRÎDÊ DE YE'
Enes Rakim (20) bi lêv kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyeyê ye û weke hemû beşên civakê bandor li ser ciwanan jî dike. Rakim axaftina xwe wiha domand: "29 mehên tu agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Em weke ciwan bi fikarin, dixwazin agahî ji birêz Ocalan bigrin. Ne tenê rakirina tecrîde her wiha divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were. Birêz Ocalan vîna gelê kurd e. Divê gelê kurd li dijî vê sepanê bêdeng nemîne û behtir deng derxîne. Di şexse birêz Ocalan de gelek di bin tecrîde de ye. Her wiha divê rêxistinên hiqûqê û partiyên siyasî jî behtir di nava hewldanan de bin. Muxatabe çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Ji ber wê jî ne tenê mijara gelê kurd û siyaseta Tirkiyeyê her wiha bandor li siyaseta navneteweyî jî dike ji ber wê divê êdî ev tecrîd bê rakirin."
'TECRÎD DIBE SEDEMA XIZANIYÊ'
Mihrîban Aydın (20) jî diyar kir ku ji bo biawîbûna tecrîdê dengekî xurt derneketiye û ev tişt gotin: "Li dijî tecrîdê di nav bêdengiyê de dengek heye, lê kes nabêje ev tecrîd li dijî ke û ji bo ke tê bikaranîn. Rêxistinên hiqûqê, mafê mirovan, partiyên siyasî û hemû civak divê li dijî vê tecrîde rabe. Ji ber tecrîd heye şer dertê, şer jî dibe sedema xizaniyê ji ber wê jî hemû civak ji tecrîde bandor dibe. Yên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im divê vê sepanê qebûl nekin û li dij derkevin."
'BIRÊZ OCALAN RÊBERÊ GELÊ KURD E'
Muhsîn Aydogdu jî bibîr xist ku dema hevdîtin bi Abdullah Ocalan re dihat kirin rewşa aboriyê jî baş bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku pêvajoya 'Çareseriyê' hat qedandin û tecrîdeke giran li dijî birêz Ocalan hat meşandin polîtikayên şer ketin meriyete. Ji ber polîtikayên şer qirîza aborî derket û gel di nava xîzaniyê de ye. Birêz Ocalan rêberê gelê kurd e. Tecrîda li ser birêz Ocalan pirsgirêkeke civakî ye. Divê ji bo tecrîd bê rakirin em, mal bi mal, gund bi gund, tax bi tax tecrîdte bixin rojeve."
'GELÊ KURD ERKA XWE BI CIH NEANIYÊ'
Aydogdû destnîşan kir ku heke li dijî tecrîdê dengekî xurt derketina wê tecrîd bi dawî bûbûna û got ku gelê kurd erka xwe bi cih neaniye û divê di qada navneteweyî de ew bêhtir tecrîdê bixin rojevê ku ev tecrîd bê rakirin. Aydogdu axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Birêz Ocalan ne tenê kesayeteke, fikreke û 50 milyon kurd e. Birêz Ocalan li ser tecrîda Girtîgeha Îmraliye dibêje ku, 'Hûn çawa bi milyonan kesan bixin odeyekê' em jî dibêjin êdî bi milyonan însan di odeyeke de nahewin. Êdî divê dîlgirtina fizîkî ya birêz Ocalan bi dawî bibe."
MA / Mahmut Altintaş