Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
- polîtîka
- 10:49 04/6/2022
Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku şerê li erdnîgariya kurdan tê meşandin li dijî kurdên azad tê kirin û wiha got: “Tehemûla kurdan nakin.”
Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku şerê li erdnîgariya kurdan tê meşandin li dijî kurdên azad tê kirin û wiha got: “Tehemûla kurdan nakin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re serdanên xwe yên 2 rojan ên li Brukselê temam kirin.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê rê li ber krîzên piralî vedike û wiha got: “Banga me ji bo her kesî ew e ku di 12’ê hezîranê de beşdarî Meşa Gemlîkê bibin.”
Serokê dadgeha cezayên giran Akin Gurlek ku ceza dabû Selahattîn Demîrtaş, Canan Kaftancioglu û Şebnem Korur Fîncanci, weke Cîgirê Wezîrê Edaletê hate tayînkirin.
HDP'ê, pêşniyarqanûna ku AKP-MHP'ê derbarê danekirinên li ser medya sanal û înternetê de amade kiribûn li dijî Destûra Bingehîn dît û xwest bê vekişandin.
Wezîrê Karên Navxweyî Sûleyman Soylû, diyar kir ku ew dê polîsên ku êrişî wekilên TÎP'ê kirine xelat bike.
Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş diyar kir ku Doza Kobanê ku siyasetmedar lê tên darizandin têk çûye û wiha got: “Em dê weke gel bi sekna xwe ya berxwedêr û hişmendiya xwe ya demokrasiyê hemû planên we yên çokdanînê pûç bikin.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku destbilat ji bo dirêjkirina emrê xwe plana êrişeke li dijî Rojava dike û wiha got: "Cihê vala mijûl nebin. Ji Rojava ji we re çîroka Ûkraynayê dernakeve û wê dernekeve. Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku hevalên wan di Doza Kobanê de zihniyeta rêveberiya welat û neyartiya li jin û kurdan didarizînin û ev tişt got: "Ev doz ket, wê bikeve."
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz li Dêrsimê bi malbatan re hate ba hev û got ku polîtîkayên zextê yên li ser gelê kurd bêencam mane.
Amedekariyên Kongreya Asayî ya 5'an a HDP'ê bi avakirina Komîsyona Mutabaqatê re dest pê kirin. HDP hewl dide ku kongreyeke girseyî li dar bixe û dê li dijî doza girtinê û operasyonan peyama "Ev ne dawî ye, destpêk e" bide.
7 partî û rêxistinên bi bangawaziya HDP'ê li hev kom bûn, di çarçoveya amadekariyên têkoşîna hevpar de amadekariya belavkirina "Belgeya Demokrasiyê" dikin. Dê di çalakiyê de gazî gelên Tirkiyeyê bê kirin: "Em pêşeroja Tirkiyeyê bi hev re biguherînin."
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bang li partiyên muxalefetê kir ku li dijî polîtîkaya şer a qirêjî derkevin û wiha got: “Divê êdî bi awayekî zelal bertek nîşanî polîtîkayên AKP-MHP’ê bidin. Divê hêzên navdewletî jî destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî yên bi Qesrê.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar polîtîkayên şer ên desthilatdariyê rexne kir û wiha bang li partiyên muxalefetê kir: “Divê em li dijî şer, aştî, azadî, ked û rûmeta xwe biparêzin. Her dudiliyeke di vê mijarê de, dê bi kêrî polîtîkaya desthilatdariyê bê. Em dîsa bang li partiyên muxalefetê dikin ku di vê mijarê de xwedî helwestekî zelal bin. Divê kesek nekeve xefika desthilatdariyê.”
Seroka Giştî yê Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren got ku êrişa li ser Herêma Federal a Kurdistanê di esasê xwe de li dijî hemû gelan tê kirin û divê li dijî şer têkoşîna hevpar bê mezinkirin. Endamê MYK’a SYKP’ê Halît Elçî jî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya herî baş, fikra komara demokratîk e.