Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê: Divê tecrîd rabe û îktîdar gavan biavêje
- polîtîka
- 11:31 10/3
erokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan piştî hevdîtina bi DEM Partiyê re axivî û got ku divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û îktîdar gavan biavêje.
erokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan piştî hevdîtina bi DEM Partiyê re axivî û got ku divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û îktîdar gavan biavêje.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Meclisê bi nûnerên EMEP’ê re civiyan.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got ku yek ji mûxatabên banga dîrokî ya Abdullah Ocalan PKK ye û ya din jî dewlet e û bi bîr xist ku PKK'ê agirbest îlan kiriye û divê dewlet li hemberî fikaran gav bavêje.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, got: "Daxwaza domandina operasyonên siyasî û leşkerî yên dewletê ya piştî deklarekirina helwesta pozîtîf a PKK'ê, xetereyeke mezin li ser pêvajoya heyî çêdike. Ji bo pêvajo pêş bikeve divê birêz Ocalan azad bibe.”
Piştî banga "Civaka Aştî û Demokratîk" a Abdullah Ocalan, Meclîsa Partiyê ya DBP'ê û hevşaredarên bajaran li Amedê li hev civiyan.
Li ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan akademîsyen Vahap Coşkûn û Mesût Yegen destnîşan kirin ku ji bo bawerî zêde bibe divê gav werin avêtin û destnîşan kirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê hemû beşên civakê xwe berpirsyar bibinin.
Welatiyên Wanê diyar kirin ku piştgiriyê didin banga dîrokî ya Abdullah Ocalan in û gotin, "Peyamên Ocalan zelal in. Niha divê dewlet jî berpirsyariya xwe bi cih bîne."
DEM Partî piştî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bi sernavê “Siyaseta demokratîk a serdema nû” nexşerêyê diyar bike. Partî dê bi rojeva bangawaziyê herî kêm li 100 navendan bi gel re bicive.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê li ser zemîna Meclisê xebateke ku tu partî li derve neyên hiştin bê meşandin û xwest Erdogan di vê mijarê de zelal û wêrek be.
Aborînas û siyasetmedar Nesrîn Nas diyar kir ku paralelî hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re desthilat hewl dide hemû muxalefetê bêdeng bike û got: "Rêya derketina ji vê yekê ew e ku muxalefeta sazûmaniyî û civakî li hev bicivin û dengê aştiyê bilind bikin."
Endama PM’a DEM Partiyê Senem Erîş bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Meclisê bal kişand ser zextên ser zimanê Kurdî û got: “Li Tirkiyeyê 25 milyon Kurd dijîn lê hêj jî li Meclisê silavdayina bi Kurdî qedexe ye.”
Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku mitînga 15'ê Sibatê ya li Strasboûrgê ji salên berê qelebalixtir bûye û got ku daxwaza hevpar a kurdan û dostên wan azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser gora Celal Talabanî daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku hemû aktorên Kurd dê di vê pêvajoyê de rolekî dîrokî bilîzin û got: "Gelê Kurd dê bi pêşengtiya rêzdar Ocalan destkeftiyên mezin bi dest bixe.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û got: “Em ê hesabê ji kesên dema gel hildibijêre xwe weke patron dibînin û gel biçûk dibînin bipirsin.”