HDP’ê xwest 8’ê Adarê bibe betlana fermî
- polîtîka
- 13:21 05/3/2018
Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîgolu ji bo 8’ê Adarê li Tirkiyeyê bibe betlana fermî pêşniyara qanûnê da Meclîsê.
Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîgolu ji bo 8’ê Adarê li Tirkiyeyê bibe betlana fermî pêşniyara qanûnê da Meclîsê.
Hîndekarê Zanîngeha EHESS'ê Prof. Dr. Hamit Bozarslan ku bi gelek xebatên xwe referans tê nîşandan, diyar kir ku kurdan li Efrînê li dijî takdîka dualî ya leşkerî serkeftinek mezin bi dest xistine û wiha got: "Ji bo pirsgirêka li Rojhilata Navîn çareser bibe divê weki Konferansa Yalta ya sala 1945'an bê lidarxistin. Dîsa gelek rêyên çareseriyê hene.
Li Tirkiye ji ber şerê Efrînê û OHAL'ê nîşana daneyên aboriyê daketin jêr. Qeyrana aborî ku li Tirikye rû da, berê Tirkiye da welatên Efrîqayê. Piştî çavkaniyên aboriyê yên Korfezê têr nekir, AKP ji bo hilbijartina 2019'an xelas bike, li aliyekî fabriqeyan difiroşe li aliyê din ket sefera çavkaniyên aboriyê yên welatê Efrîqayê.
DBP’ê danezana encama civîna Meclîsa Partiya xwe eşkere kir û got: “Em ê li dijî operasyonên jenosîda siyasî têkoşînê berfireh bikin. Dê berxwedana jinan a 8’ê Adarê bibe pira Newrozê. Em ê bi vî awayî baweriya azadiya gelan û berxwedanê bilintir bikin.”
Piştî AKP-MHP'ê pêşniyarnameya "Zagona Îtifaqê" ya ji bo îtîfaqa hilbijartinê xistin rojevê, bertek û nerazîbûn jî zêde bûn. Nûnerên partiyên siyasî yên CHP û HDP'ê bertek nîşanî vê pêşnûmayê dan û diyar kirin ku bi vê guhertinê dê ewlehiya hilbijartinê ji holê rabe.
Alîgirê Serokatiya Giştî ya Saadet Partiyê (SP) Bîrol Aydin, diyar kir ku wê tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî civakê neyê û got: "Ne hewceyî gotinê ye, jixwe her tişt li holê ye."
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen destnîşan kir ku helwesta Tirkiyeyê ya li dijî biryara agirbesta NY’yê neberpirsî ye û got: “Divê hûn biryara destnîşankirina ‘hemû Sûriyeyê’ bibînin û Efrînê jî dixe nava xwe. Divê hûn bizanibin û sekna pêwîst nîşan bidin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di komcivîna partiya xwe ya heftane de axivî û der barê salvegara darbeya 28’ê Sibatê ya postmodern de got: “Yên di 1997’an de bûn mexdûrê wan tangan, îro ji wan tangan hawarê dixwazin.”
Wekîla HDP'ê ya Edeneyê û endama Komîsyona Makeqanûnê Meral Daniş Beştaş, pêşniyar qanûna hevkariya hilbijartinê ya di navbera AKP û MHP'ê de wekî "peymana berjewendiyên danûnstandinê" pênase kir û referanduma 16'e Nîsanê bi bîr xist û got: "Dê heta dawiyê derî ji hîleyên hilbijartinê re vekirî bihêlin."
Wekîla berê ya Partiya Civaka Demokrat a Alman (SPD) Lale Akgun, destnîşan kir ku Erdogan bi rêya tirk, bazirganiya çekan û penaberên li welat, polîtîkaya alman dîl girtiye.
Parlamentera HDP’a Şirnexê Leyla Bîrlîk, di 1’emîn Kongreya Asayî ya DBP’a Mêrsînê de axivî û got: “Êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li ser keda sedsalan a gelan, pêşengtiya jinan, jiyan û pergala nû ye.”
Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu, ji Girtîgeha Sîncanê name ji civîna Meclîsa Giştî re şand û got: "HDK êdî ji meşa çarpiyan derabsî ser piyan bûye. Em dê bi hevre bi aqil, tifaq û dilê xwe ronî bikin."
HDP’ê dîmenê cotkarê li Efrînê ji aliyê komên OSO’yê ve hat qetilkirin û li ser medya civakî hat parvekirin, bir rojeva Meclîsê.
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, der barê binçavkirin, girtin û êrîşên li ser nirxên kurdan civîna çapemeniyê li dar xis û got: "Îro armanc dikin ku hemû destkeftiyên kurdan ji destê wan bigirin. Destkeftiyên kurdan dikin hedef."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku Tirkiye bi krîzek mezin re rû bi rû ye û ber bi zinar (întîharê) ve tê dahfdan. Buldan, destnîşan kir ku rêya çareseriyê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û tenê Ocalan dikare Tirkiye ji vê talûkeya ser lêva zinar rizgar bike.