• img

    HDP: Rojeva sereke OHAL e: An OHAL an demokrasî

    Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku rojeva wan a sereke OHAL e û wiha got: "Divê hemû mexdurên OHAL'ê bibin yek. Goristana Xerzanê ji bo mafên mirovan rewşa şermê ye.

  • img

    Bîlgen: Wê ev kongre berpirsiyarên awarte li me bar bike

    Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku nêviyê welat veguheriye girtîgeha nîvvekirî û nêviyê din jî veguheriye tîmarxaneyê û ew di şert mercên Rewşa Awarte de ber bi kongreyê ve diçin. Bîlgen wiha got: "Her çi qas bi awayekî fermî kongreyeke asayî be jî, lê wê kongreyeke ku bi awayekî fiîlî berpirsiyariyên awarte li me bardike be."

  • img

    Koma Meclîsê ya HDP'ê danezana encamî ya civîna xwe daxuyand

    Koma Meclîsê ya HDP'ê danezana encamî ya civîna ku li Amedê çê kir û du rojan domand daxuyand. Di danezanê de hat diyarkirin ku amadekariyên Kongreya Mezin ku dê di 11'ê Sibatê de bê lidarxistin dest pê kirine. Hat destnîşankirin ku ku dê kongre ji bo hemû hêzên demokratîk û muxalefeta civakiyî bibe cih û firsenda piştevanî, hevparî û berxwedanê.

  • img

    Baydemîr: Beriya dor bê Çanakkale û Îzmîrê em demokrasiyê biparêzin

    Wekîlê HDP’ê Osman Baydemîr di konferansa partiya xwe ya li Bursayê axivî û got: “Heta ku hevşaredarên kurd di girtîgehan de bin, ewlehiya şaredarên Çanakkale û Îzmîrê tune ye. Hêj dor nehatiye we xwedî li demokrasiyê derkevin.”

  • img

    Kemalbay: Li dijî şer û tundiyê, hêvî dî têkoşînê de ye

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di axaftina Konferansa Herêmê ya partiya xwe de diyar kir ku ew ê bi moralekî mezin biçin kongreyê û wiha got: "Li dijî hemû polîtikayên şer û hemû zextan em dibêjin hêvî di destên me de ye û em ê têkoşîna xwe mezin dikin."

  • img

    Buldan: Pêvajoya çareseriyê ceza kirin

    Parlamentera HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku bi cezakirina Îdrîs Baluken re “pêvajoya çareseriyê” hatiye cezakirin û got: “Me carek din ji pêşbîniya birêz Ocalan re şahidiyê kir. Rastiya wan pêşbîniya îro derdikevin pêşiya me.”

  • img

    Partiyên siyasî: Em li dijî faşizmê xeta têkoşîna hevpar pêş bixin

    Nûnerên partiyên siyasî, li dijî cezakirina wekilên HDP'ê û dûrxistina şaredarên CHP'î bertekên xwe anîn ziman û xwestin hemû rêxistinên demokratîk bînin cem hev û têkoşîna hevpar bi rêxistin bikin.

  • img

    DBP: Pirsgirêkên 2017’an dewrî 2018’an kirin

    Meclisa DBP'ê di 3'yê Çileyê de civîn pêk anî û encamên danezanê parve kir û diyar kir ku pirsgirêkên di 2017'an de çareser nebûne, dewrî sala 2018'an bûne û ev tişt got: "Hikumeta AKP'ê qasî ku Tirkiyeyê bi qanûn û darazê bi rêve nebe, tev li sûc bûye. Bi zext û tundiyê polîtîkaya xwe li ser her kesî ferz dike."

  • img

    HDP: Daraza alîgir di sala nû de ceza li ser ceza birî

    Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDP'ê der barê cezayên li siyasetmedarên kurd birîn de got: "Daraza alîgirê desthilatdariyê di 2 rojan de ceza li ser ceza birî. Careke din hiqûq xiztin xizmeta berjewendiyên siyasî."

  • img

    ‘Raqîbê ku herî hêsan Erdogan wî têk bibe Abdullah Gul e'

    Parlamenterê AKP'ê yê berê Ahmet Faruk Unsal, der barê rageşiya di navbera Gul-Erdogan a serê salê de dest pê kir wiha got: "Erdogan Gul wekî rabîkê xwe dibîne. Ji ber ku rakîbê ku Erdogan herî hêsan wî têk bibe Abdullah Gul e."

  • img

    Demîrtaş: Em ê teqes bi ser kevin

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrneyê peyamek şand û diyar kir ku ew ê di kongreya 11'ê Sibatê de nebe bernamzetê hevserokatiya giştî. Demîrtaş ji hemû hevrêyên xwe re serkeftin xwest û got "Em ê teqes bi ser kevin."

  • img

    Kemalbay: Hiqûq hat qetilkirin, edalet dê bi HDP'ê bê

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, bertek nîşanî 16 sal û 8 meh cezayê li Îdrîs Baluken hatiye birîn da û got: "Ev qetilkirina hiqûqê ye. Dê edalet bi HDP'ê bê ser vê axê."

  • img

    Nûnerê HDP'ê yê Hewlerê Îke: Di nava Îran, DYA û Iraqê de şerê mezin dest pê dike

    Nûnerê Hewlerê yê HDP’ê Abît Îke, diyar kir ku pirsgirêkên niha li herêmê derdikevin holê koka wan heye û wiha got: "Gel êdî vê pergalê qebûl nake û dadikevin kolanan. Xuya dike ku dê di nava Îran, Iraq û DYA'yê de şerekî mezin dest pê bike.

  • img

    Hatîmogulları: Jin hêz û pêşengê guhertina li Rojhilata Navîn in

    Serhildanên gel ên Îranê hefteyek derbas kir. Serhildanê ku li qadekê dest pê kir li hemû Welatê Îranê belav dibe. Hevseroka Giştî ya SYKP'ê û Pispora Rojhilata Navîn Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ev şerê nan û azadiyê ye û wiha got: "Di raperîn û serhildanên li Îranê de hêz û pêşengiya jinê ya di guhertinê de gelek zêde ye."

  • img

    Tanrikulu fetwayên Diyanetê bir Meclîsê

    Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, daxuyaniyên Wezareta Karê Diyanetê ya "Zarokên balix bûyî li gorî ola îslamê dikarin bizewicin" bir Meclîsê.

LÊGERÎN