• img

    Wezîr îtîraf kir: Em dahatûyên Efrînê ji bo xwe dixwazin

    HDP’iyan, di hevdîtinên budçeyê de, zeytûnên Efrînê anîn rojevê. Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekîr Pakdemîrlî, diyar kir ku ew dahatûyên Efrînê ji bo xwe dixwazin û got: “Heya niha 600 ton berhemên zeytûnan anîne Tirkiyeyê.”

  • img

    Oluç ji bo Soylu got: Tu pisporê karê organîze û terorîzekirinê yî

    Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç bersiv da gefên Suleyman Soylû û got: “Ew, gef li kîjan hevalê me bixwe bila bixwe em nahêlin hespê xwe bibezîne. Soylû çima ji çi ditirse û bi sedan parazvanan tê Meclîsê?”

  • img

    Du serokên şaredariyan ji kar hatin dûrxistin

    Serokê Şaredariya Elbîstan Durmuş Kuçuk û Serokê Şaredariya Unye ya Ordu Ahmet Çamyar ji aliyê Wezareta Karê Hûndir ve ji kar hatin dûrxistin.

  • img

    HDP ji Erdogan pirsî: Gora Seyîd Riza li ku ye?

    Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu şûna gora Seyîd Riza û hevalên wî û jinên windayî yên Dersimê ji Serokomar Erdogan pirsî.

  • img

    Temellî: Em dê qeyûman bavêjin sergoyê dîrokê

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di civina Hevserokên HDP'ê yên Bajaran de axivî. Temellî, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Ocalan şermezar bike ketiye grava birçîbûnê û wiha got: “Ev çalakî banga rizgarkirina Tirkiye ya ji tecrîdê ye. Em dê dihilbijartinên herêmî de 7/24 bixebitin. Em dê qeyûman bavêjin ser sergoyê dîrokê."

  • img

    Nîzamettîn Toguç: Rengê dewletê ji sor veguherî kesk

    Hevserokê HDP’a Êlihê Nîzamettîn Toguç ê ku neçar bû bi salan li derveyî welat ma diyar kir ku girtina wî bi hilbijartinên herêmî re girêdayî ye û got: “Rengê dewleta kûr carna sor e û carna gewr e. Niha jî rengê wê kesk e. Ancak aqîl û nêzîkatiya wê her tim heman e.”

  • img

    Derbarê Buldan, Ozturk, Taşçier û Onlu de fezleke

    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirin e” der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD û Parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk, û parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier û Alîcan Onlu de fezleke amade kir.

  • img

    Akşener: Çima Xaza Xwezayî erzan nebû?

    Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener, di civîna koma partiya xwe ya li meclîsê de axivî û got: "Hikûmetê piştî hilbijartinê "Bernameya çalakiya 100 rojan" xist meriyetê. Lê ev bername bê encam ma. Kesên gotin 'Me dowîz kêm kir' û hewa xwe avêtin, çima ceyran û xaza xwezayî kêm nekirin? Çima ceyran û xaza xwezayi kêm nebû?"

  • img

    Bahçelî: Em li benda îsahata teqîna li Colemêrgê ne

    Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe de li meclîsê geşedanên dawî nirxandin. Bahçelî, xwest îsahata teqîna li barageha eskeran a Şemzînanê pêk hat aşkere bikin.

  • img

    Orhan a HDP’î: Emê ji hevserokatiyê tawîz nedin

    Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, diyar kir ku di hedefa qeyûmên tayînê şaredariyan hatin kirin, destpêkê xebatên jinan hebûn û got: “Teqez em dest ji pergala hevserokatiyê bernadin. Dem dema em, jiyanek hevpar a siyaseta demokratîk bi hevre bidin avakirin e.”

  • img

    'Wê hesabê AKP'ê yê ji bo kurdan li hev dernekeve'

    Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, ji bo êrîşên li hemberî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê got, hewldanên AKP'ê yên ji bo hilbijartina herêmî ne. Her wiha Togrûl, bilêv kir ku AKP bi nîqaşa sondê jî dixwaze dengên hilbijêrên kurd bigire û got: "Lê dê hesabê AKP'ê yê ji bo kurdan li hev dernekeve."

  • img

    Kurtulan: Em li pişt Leyla Guven in

    Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fatma Kurtulan ji bo Leyla Guven a ku li dijî tecrîdkirina Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir banga piştevaniyê kir.

  • img

    Rêxistina HDP’ê ya Enqerê rêveberiya xwe nû diyar kir

    Rêxistina HDP’ê ya Enqerê rêveberiya xwe nû diyar kir û ji bo hevserokatiya rêxistina bajêr Zeyno Bayramoglu û Huseyîn Gevher hatin hilbijartin.

  • img

    Temellî: Dev ji hevdînê berdin, em difikirin ku AKP’ê binguhê erdê bidin

    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di Kongreya Rêxistina Navçeya Akdenîzê ya partiya xwe de axivî û wiha got: “Hin îdîayên em bi AKP’ê re hevdîtin dikin hene. Dev ji hevdîtinê berdin, em difikirin ku AKP’ê li binguhê erdê bixin.”

  • img

    Buldan: Dem dema têkbirina AKP'ê ye

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di Kongreya Bajêr a Enqerê de axivî û got: "Ger em dixwazin AKP têk biçe, dem dema avakirina yekitiyek xurte. Em banga tifaqê li hemû beşên civakê dikin. Feraseta ku hevalên me di girtîgehan de digire, ne mimkûne ku em hevdîtinê bi wan re bikin."

LÊGERÎN