‘HDP wê siyaseta komploger pûç bike’

img
ENQERE - Pêkhateyên HDP’ê ku destnîşan kirin ku AKP demekî dirêje li dijî HDP’ê û gelê kurd pêvajoyeke qirqirinê dimeşîne û wiha got: “HDP partiya gel û bindestan e wê vê siyaseta komploger pûç bike.”
 
Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) 5’emîn Kongreya xwe ya Mezin a Awarte di 3’yê Tîrmehê de li Eywana Sporê ya Enqereyê li dar xist. Di kongreya bi dirûşmeya “Çareserî em in” pêk hat de bi deh hezaran kes hatin gelhev. Di kongreyê de çareserkirina demokratik a pirsgirêkên kurd, çareserkirina qeyranên li Tirkiyeyê û li dijî polîtîkayên şer ên desthilata AKP û MHP bi rê ve dibe têkoşîna yekgirtî hate destnîşankirin. 
 
Pêkhateyên HDP’ê têkildarî peyamên di kongreya 3’yê tîrmehê pêk hatî de ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) nirxandin kirin.  
 
‘DESTHILAT NIKARE TEVGERA GEL A BIRÊXISTINKIRÎ’
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek destnîşan kir ku AKP demekî dirêje li dijî HDP’ê û gelê kurd pêvajoyeke qirqirinê dimeşîne û wiha got: “Me ji van hewldana re got ‘Plana Çokdanînê” lê rastiya ji vê eywanê derket ev e: Ev partî partiya gelan û bindestan e û wê siyaseta komploger pûç bike. Desthilat nikare li tevgera gel a birêxistinkirî serî bide tewandin.” 
 
‘HDP PÎVANA DEMOKRASIYÊ YE’ 
 
Çîçek, diyar kir ku fikra HDP’ê ya li Cîhanê tenê ji têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê pêk nayê û wiha got: “Me di vê kongreye de jî dît ku HDP yek ji hêmanên bingehîn a demokrasiya cîhanê ye. Weke ku beşdarvanên navnetewî jî diyar kirin, serkeftina HDP’ê ya li Tirkiyeyê wê rast e rast bandorê li têkoşîna azadî û demokrasiya navnetewî bike. Ev jî berpirsyariyeke cidî li HDP’ê bar dike. Hem di tecrîdê de, hem di têkoşîna dijî qirkirina kurdan de, di siyaseta şer de û hem jî li dijî hemû polîtîkayên kedxwariyê yên modernîteya Ewropa û pergala kapîtalîst-emperyalîst divê ramana HDP’ê ne tenê li Kurdistanê û li Anatolyayê jî li hemû dinyayê belavbibe û bibe yek.”
 
‘DIVÊ HEMÛ GELÊN CÎHANÊ BIBIN YEK’
 
Çîçek, bi lêv kir ku divê li dijî polîtîkayên kedxwarî û yekperestiya netew dewletê hemû karker, koçber û gelên cîhanê bibin yek û wiha berdewam kir: “Jin, ciwan û ekolojîst bibin yek. Sedsala 21’emîn serdemeke ku dewlet û gel hatine li dijî hev. Ji ber vê yekê em neçar in ku bibin yek û têkoşîna hevpar zêdetir bilind bikin.”
 
‘HDP’Ê KEVNEŞOPIYA BERXWEDANÊ AVA KIR’
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş jî destnîşan kir ku HDP bi avakirina kevneşopiyeke berxwedanê ya mezin kongre li dar xist û bi lêv kir ku HDP’ê ji êrişên li dijî wê re serî netewand û bi karker û kedkaran re hat gelhev kongreya xwe li dar xist. Gumuştaş, doza girtina li ser HDP’ê bi bîr xist û wiha got: “Kesên ku li vir kom bûne, diyar dikin ku doza girtinê nikare encameke siyasî ji bo hikûmetê bi xwe re bîne. HDP ji bo siyaseta Tirkiyeyê partiyeke siyasî ya jêneveger e. Yek ji destnîşankirina girîng a kongreyê jî coşa 'hûn nikarin HDP'ê bigirin' bû.”
 
‘BANGEKE BI BIRYAR A MEZINKIRINÊ’  
 
Gumuştaş, bal kişand ku wêneyê di kongreyê de hat pêşkeşkirin baweriyeke mezin da pêkhateyên HDP’ê jî wiha berdewam kir: “Ev banga meşeke bi biryar e. Bangek e ku em dikarin li Tirkiyeyê demokrasiyê bi hev re ava bikin. Her wiha ji bo hemû beşên çepgir ên di nav tifaqeke bêyî HDP’ê de cih digirin jî bangeke girîng e.”
 
DESTKEFTIYÊN KURDAN 
 
Gumuştaş, da zanîn ku AKP girseya xwe tenê bi şer konsolîde nake û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Polîtîkaya îmhaya topyekûn pêk tîne. Bi bikaranîna pozîsyona xwe ya jeopolîtîk a li qada şer û bi vî rengî hewl dide hêzên navneteweyî bide pişt xwe û hewl dide vê hêzê ji bo bi temamî berxwedan û destkeftiyên kurdan tune bike bi kar bîne. Ev yek tê wateya stratejiyeke komkujiyê ya gelekî mezin. Eger ev stratejî bi ser bikeve, wê ne tenê ji bo gelê kurd ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê bi îşareta serdemeke tarî. Ji bo vê jî girîng e tifaqeke ku polîtîkayên şer ên hikûmetê yên li Kurdistanê pûç bike, li dora HDP'ê bicivin.”
 
‘LI DIJÎ KRÎZÊ TÊKOŞÎNA BI HEVPAR’
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce jî bi lêv kir ku ji bo bêjin ‘Çareserî em in’ wan îro ev eywan dagirtine û wiha got: “Ji gelek deverên Tirkiyeyê bi deh hezaran kes li vir kom bûn û gotin ‘vîn em in’ û ‘em HDP’ê nadin girtin’.” Yuce, destnîşan kir ku di kongreyê de peyamên cuda hatine dayîn û got: “Teqeze k udi pêvajoya heyî de krîzeke mezin heye. Lê HDP’ê li dijî vê pêşniyara têkoşîna hevpar kir û armancên xwe diyar kirin.”
 
DESTNÎŞANKIRINA TIFAQA DEMOKRASIYÊ
 
Yuce, bi bîr xist ku karker û kedkar di sînorê birçîtiyê de ne û got: “Em di kongreyê de bi taybetî axivîn û her tim jî me Tifaqa Demokrasiyê destnîşan kir. Tifaqa Demokrasiyê ji bo nebe nabe ye. Têkbirina desthilatê soza me ye. Li hember HDP’ê li Ewropa û Rojhilata Navîn piştevaniyeke mezin heye. Me li kongreyê jî dît ku divê em bi hev re têbikoşin.”
 
‘EM Ê SERBIKEVIN’
 
Hevseroka Partiya Şoreşger a Yekgirtî Elîf Torûn Oneren jî qala coşa li eywana kongreyê kir û wiha got: “Kongreyeke wisa bû ku hem ji navxweyî hem jî ji derveyî welat tevlîbûneke gelek zêde hebû. Coşa li vê derê nîşan dide ku em çiqasî xurt in, em çawa li dijî faşîzmê radibin.” Torûn Oneren, da zanîn ku HDP’ê û pêkhateyên wê ji desthilatê re gotin “Çareserî em in. Me çok nedanî û nadeynin” û got: “Em ê heta dawî bibin tirsa hikûmetê û hevkarên wê. Em ê HDP’ê negirin, were girtin jî em ê dîsa li qadan bin. Weke gelê Kurd, ciwan, jin û LGBTÎ+ em ê di nava têkoşînê de bin. Bixwazin jî nexwazin jî em ê bi ser bikevin.”