Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin

img
ENQERE - HDP’ê ji bo kongreyê amadekariyên xwe temam kirin. Lîsteya xwe ya Meclisa Partiyê bêyî ku pîvana du serdeman sist bike û bi nûnertiya wekhev amade kir. Di heman demê de dê di kongreyê de Lijneya Şêwirê ragihîne. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 3’yê tîrmehê de 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin li dar bixe. Ev nêzî meheke amadekariyên kongreyê dihatin kirin û ji dirûşman heta peyamên dê werin dayîn, hemû tişt temam kirin. 
 
DÊ BI BULDAN Û SANCAR BIDOMÎNIN
 
Li Komîsyona Mutabaqeta Navendî ya HDP’ê piştî xebatên mezin, lijneyên serdema nû jî diyar kirin. Komîsyona Mutabeqetê biryar da ku di serdema nû de hevserokên giştî yên partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bin. 
 
PÎVANA DU SERDEMAN A LI PM’Ê SIST NEKIRIN
 
Komîsyona Mutabeqetê ji bo Meclisa Partiyê (PM) jî xebatên girîng meşandin, kesên dê di serdema nû de peywirê li xwe bigirin diyar kirin û xebatên xwe temam kirin. Ji bo kesên di PM’ê û lijneyên din de cih digirin, pîvana du serdeman nehat sistkirin û xebat li ser vî esasî hatin meşandin. Li gorî agahiyan, di PM’ê de guherînên girîng hatin kirin. Di diyarkirina PM’ê de nûnertiya wekhev esas hat girtin. 
 
DI LIJNEYA ŞÊWRÊ DE KESÊN GIRÎNG 
 
Avakirina Lijneya Şêwrê biryara kongreya berê bû û xebatên ji bo avakirina wê jî bi dawî bûn. Lîsteya ku ji 25-30 kesan pêk dihat ji hêla Komîsyona Mutebeqeta Navendî ve hate amadekirin û dê ev lîste di kongreyê de bê ragihandin. Hat zanîn ku ji bo di Lijneya Şêwrê de cih bigirin teklîf bo kesên weke Riza Turmen, Mehmet Altan, Tarik Ziya Ekîncî, Alî Bayramoglû, Ahmet Tellî, Ayşegul Devecîoglû, Sevîlay Çelenk û hwd. hatiye kirin. 
 
JI COLEMÊRGÊ HETA EDÎRNEYÊ BEŞDARIYEKE ZÊDE 
 
Komîsyona Amedekar a Kongreyê haziriyên xwe temam kirin. Tê payîn ku ji Colemêrgê heta Edîrneyê tevlibûneke xurt çêbibe. Ji bo kongreyê ji partiyên siyasî heta sendîka, rojnameger û rêxistinên ked û pîşeyan, gelek kes hatin vexwendin. Di heman demê de ji bo 12 rêxistinên baweriyan jî vexwendname hatin şandin. 
 
JI ÇORLUYÊ HETA ROBOSKÊ DÊ MALBAT TEV LI BIBIN
 
Ji bo kesên xizmên xwe windakirin û xizmên wan hatine qetilkirin jî vexwendname hatin şandin. Tê payîn ku malbata Mûsa Anter, malbatên kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatine qetilkirin, malbatên kesên di dema qedexeya derketina kolanan de hatine qetilkirin, malbata Şenyaşar, malbata Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî, malbata Medenî Yildirim, malbata Denîz Poyraz, malbatên Azîz Guler, Rozerîn Çukur û Dîlek Dogan, malbatên Ulaş Bayraktaroglû, Servet Turgut, Mehmet Yavuzel, malbatên Geziyê, malbatên Mehmet Abbasoglû, Cemîle Çagirga, Garîbe Gezer, Mûhsîn Melîk, malbatên Roboskê, malbata Haci Lokman Bîrlîk, Komeleya 10’ê Cotmehê, Dayikên Şemiyê, malbata Kader Ortakkaya, malbatên Ekîn Ceren Dogruakin, Metîn Lokumcu, malbatên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dane, malbata Leyla Guven, xizmên malbata Dedeogullari, malbata Mûrat Bozlak û malbata Orhan Dogan beşdarî kongreyê bibin. 
 
JI BO RÊXISTINÊN JINAN VEXWENDNAME ŞANDIN 
 
Li gel bi dehan rêxistinên jinan ên dê beşdarî kongreyê bibin, her wiha ji bo Uçan Supurge Enqere, Tora Parastinê ya Jinan a Enqereyê, Jinên Anarşîst ên Enqereyê, Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Jinan Mîmoza ya Mêrsînê, Jin Bi Hev re Bihêz in a Îzmîrê, Komeleya Star a Wanê û gelek saziyên din ên jinan re vexwendname hatin şandin. 
 
PÊKHATE Û TIFAQÊN HDP’Ê TEV LI KONGREYÊ DIBIN 
 
Dê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP), Partiya Şoreşger, Partiya Kesk a Çep, Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Federasyona Meclisên Sosyalîst, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Platforma Çîna Şoreşger a Serbixwe (BDSP), Partiya Karkeran a Sosyalîstên Şoreşger (DSÎP), Halkevlerî, Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Komeleya Kurd a Şoreşger Demokratîk (DDKD), Tevgera Azadî, Partiya Însan û Azadiyê, Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) beşdarî kongreyê bibin. 
 
JI PARTIYÊN MUXALÎF RE VEXWENDNAME ŞANDIN
 
Di heman demê de HDP’ê ji bo Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Seadetê (SP), Partiya DEVA’yê, Partiya Çep, Partiya Tek, Alinterî, Kaldiraç, Eniya Ked û Azadiyê û Partiya Karkerên Sosyalîst a Tirkiyeyê (TSÎP) jî vexwendname şandin. 
 
GELEK KOMELE Û WEQF 
 
Her wiha Koma Diyalogê, Hewldana Hemwelatî, Platforma Maf û Edaletê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Komeleya Înîsiyatîfa Maf, Konfederasyona Astengdarên Tirkiyeyê, Komeleya Koreyan a Altinokta, Weqfa Lêkolînên Civak Aborî û Siyasî ya Tirkiyeyê, Komeleya Karsazan a Qersê, Akdemiya Piştevaniyê ya Enqereyê, Yekitiya Mulkiyeyiyan, Federasyona Şoreşgerên 78’an, Komeleya Piştevaniyê ya 78’an, Tevgera Çerkezyayê, Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DGD), Federasyona Komeleyên Mûşê, Federasyona Komeleyên Êlihê, Komeleya Bekiran a Stenbolê, Federasyona Komeleyên Wanê, Federasyona Komeleyên Îdirê, Komeleya Dara Jiyanê, Platforma KHK’ê, Tora Venihêrtina Hevsengiyê û Komeleya Jiyana Nû jî di nav de ji 26 komele, weqf û odeyan re vexwendname hate şandin. 
 
RÊXISTINÊN KED Û PÎŞEYÊ 
 
Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û sendîkayên girêdayî wê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û sendîkayên girêdayî wê, Yekitiya Odeyan a Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û bi dehan sendîka û rêxistinên pîşeyan jî ji bo kongreyê hatin vexwendin. 
 
TEVLIBÛNA XURT A JI EWROPAYÊ
 
Tê payîn ku ji Ewropayê nûnerên zêdetirî 30 partiyên siyasî jî beşdarî kongreyê bibin. Partiya Komunîst a Katalan, Partiya Çep a Ewropayê, Serokê Tifaqa Azad a Ewropayê (EFA), Dijkapîtalîst a Nû ya Fransayê, Partiya Çep a Swêdê, Partiya Kesk a Norweçê, ÇepKurd Norweç, Partiya Sosyalîst a Hollandayê, Tifaqa Sor-Kesk a Danîmarkayê, Swîsre- BastA, Partiya Kedê ya Swîsreyê, Partiya Sosyal Demokrat a Swîsreyê, Podemos Spanya, Partiya Jinûveavakirina Komunîst a Îtalyayê, Partiya Karkeran a Hollandayê, Parlamentoya Katonts a Partiya Çep a Komarparêz a Katalonyayê, Senatoya Spanyayê ya Partiya Çep a Komarparêz a Katalonyayê, Endama Parlamentoya Katalan û CUP, Partiya Sosyalîst a Bulgarîst, Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê, Parlamentoya Ewropayê ya Partiya Komunîst a Portekîzê, Partiya Çep a Fransayê, Friedrich-Ebert-Stiftung (FES), Partiya Komunîst a Fransayê, Partiya Demokrat a Îtalyayê, SYRIZA, Çep AP û EFA dê beşdarî kongreyê bibin. 
 
JI FASÊ HETA FILISTÎNÊ DÊ GELEK KES BEŞDAR BIBIN 
 
Ji welatên Rojhilata Navîn jî gelek kes dê beşdarî kongreyê bibin. Bi kesên ji van welatan re hatin dê di roja şemiyê de li Navenda Giştî ya HDP’ê civîn û brîfîng bê dayîn. Dê Partiya Karkeran a Cezayîrê, Partiya Rêya Demokratîk a Fasê, Partiya Sosyalîstên Yekbûyî ya Fasê, Partiya Bizava Gel a Tunusê, Tevgera Hewldana Neteweyî ya Filistînê, Partiya Komunîst a Lubnanê, Koalîsyona Gelê Sosyalîst a Misrê, Jinên Ereb ên Urdunê, Berdevkê Bakurê Rojhilata Navîn DKY/Rêxistina Mafên Mirovan a Fasê, Komîteyên Jinan ên Filistînê, Partiya Demokratîk a Gel a Urdunê, Mala Çavdêriyê ya Jinan a Cezayîrê ya Endama Koma Herêmî ya Jinan a NY’ê, Komeleya Edaletê û Qasidê Aştiyê yê NY’yê berê, Şêwirmendê Wezareta Edaletê ya Misrê û Yekitiya Parêzeran, Partiya Yekitiya Gel a Urdunê û Partiya Pêşverû ya Kuveytê tev li kongreyê bibin. 
 
VEXWENDIYÊN JI KURDISTANÊ
 
Her wiha hat zanîn ku endam û rêveberên Hizbî Zehmetkêş, Hizbî Şûî Kurdistan, Bizûtneweyê Rizgarî Demokratî Kurdistan, Tevgera Goran û gelek parlamenterên din ên ji Herêma Federal a Kurdistanê jî beşdarî kongreyê bibin.
 
MA / Bêrîvan Altan