Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?

img
ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ji bo rojnamevanên di binçavan de got: “Ji bo xwedê hûn çi ji rojnamevanan dixwazin. 20 rojnamevanên li Amedê bi kîjan hêcetê di binçavan de tên ragirtin?’
 
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di komcivîna partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxand. 
 
Kiliçdaroglu di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa 20 rojnamevanên ji 8’ê Hezîranê ve li Amedê di binçavan de ne. Kiliçdaroglu derbarê rewşa rojnamevanan de wiha got: “Ji bo xwedê hûn çi ji rojnamevanan dixwazin? Heke tiştek ku siyasetmedar dest jê bernede jî azadiya medyayê ye. Tu li Amedê 20 rojnamevanan kom dikî, bi kîjan hêcetê di binçavan de tên ragirtin? Rojnameya Evrenselê hezar roj in ji Saziya Îlanê ya Çapemeniyê nikare îlan werbigire. Çima? Saziya Îlanê ya Çapemeniyê we veguherandiye Saziya Înfaza Çapemeniyê. Çima tu nadê birayê min, ji bo ku yên li qesrê aciz in? 864 roj in îlanê nadin rojnameya Yenî Asyayê, çima birayê min? Hûn bi kîjan hêcetan rojnamevanan û saziyê çapemeniyê ceza dikin?”