Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin

img
DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz li Dêrsimê bi malbatan re hate ba hev û got ku polîtîkayên zextê yên li ser gelê kurd bêencam mane. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsimê û Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya bi Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) li restouranteke Dêrsimê bi malbatan re hatin ba hev. Beşdaran bi zaraveyên dimilî û kurmancî pankarta “Girêdayîna bi nirxan re, bi mezinkirina têkoşînê pêkan e” hatibû daliqandin. Di hevdîtinê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu û gelek malbat amade bûn. 
 
Saliha Aydenîz û şandeya pê re, beriya hevdîtinê çûn serdana xwendekarên Zanîngeha Munzurê ku hatibûn binçavkirin. Di serdana li komeleya xwendekaran de Aydenîz bal kişand ser girîngiya rola ciwanan a di têkoşîna demokrasiyê de û got ku têkoşîna ciwanan rêya wan ronî dike. Aydenîz û şandeya pê re piştre jî beşdarî bernameya xwe ya din bûn. 
 
‘RÛMETA HERÎ MEZIN A BERXWEDÊRAN E’
 
Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Alîcan Onlu axivî û ji ewil Aysel Dogan ku di 13’ê gulanê de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî. Onlu, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Êş, rûmet û her tişt li vir civiya ye. Tu bedeleke heta niha hatiye dayîn vala neçû. Ji bo bawerî, çand û zimanê xwe li serê çiyayan canê xwe feda kirin. Me gelek kes winda kirin û êş kişandin lê belê me gelek desteftî jî bi dest xistin. Yên ku di 1938’an de têkoşiyayîn, serfiraz bûn û yên niha têdikoşin jî serfiraz û serbilind in. Rûmeta herî mezin, ya berxwedêran û malbatên wan e. Hemû nirxên me tên parastin. Heke kêmasiyek hebe, ew kêmasî ya me ye.” 
 
‘DEWLETÊ ENCAMEK BI DEST NEXIST’
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û wiha derbirî: “Gelê kurd li dijî her cureyeke zextê têdikoşe û serî natewîne. Dewlet ewqas ji me ditirse ku her tim zilmê li kurdan dike. Lewma hewl dide me ji xaka me derxîne. Heta du hefte berê êrişî cenazeyê Aysel Dogan kirin. Ev yek zîhniyeta wan a li dijî cenazeyan nîşan dide. Me li Dêrsim, Zîlan û Cizîrê zilma dewletê dît. Em baş pê dizanin bê ka dixwazin çi bikin. Dixwazin pêşî li ber têkoşîna gelê kurd bigirin. Nekarîn bi şewitandina gundan, bi valakirina wan û bi cînayetên kiryarnediyar encamekî bi dest bixin. Bi saya nirxên malbatên me, tevî hemû zilmê jî dewletê nekarî encamekî bi dest bixe.”