Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê

img
EQNERE - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr îdiaya ku dê Medreseya Sor dewrî komeleya di bin kontrola Hatîce Atan a AKP’î bê kirin, xist rojeva Meclisê. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr îdiaya ku dê Medreseya Sor dewrî komeleya di bin kontrola Hatîce Atan a AKP’î bê kirin, xist rojeva Meclisê. Îmîr, bi daxwaza ku Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê. Îmîr, di pêşnûmepirsê de bal kişand ser dîroka Medreseya Sor û wiha got: “Medrese, derdora sedsala 14’emîn hatiye çêkirin û di kurdî de weke Medreseya Sor û bi erebî jî weke Medresetûl Hamra tê zanîn. Tûrbeyê Nûh, yê fîzîkvan û hunermendê navdar ê Serdema Navîn El Cezerî û gelek berhemên din li vê qadê ne. Dîroka çêkirina medreseyê baş nayê zanîn. Di hinek çavkaniyan de tê gotin ku ji hêla Begtiya Ezîzan ve hatiye çêkirin. Medreseya Sor, kuliyeyeke ku gelek mescîd û tirbe bi hev ve hatine girêdan. Bi cureyê medreseyên ku hewşa wê vekirî hatiye çêkirin. Ber bi bakur-başûr ve du eywanên bi plana lakêşe hatiye çêkirin.” 
 
BIRCA BELEK Û KELEHA CIZÎRÊ BI BÎR XIST
 
Bi domdarî Îmîr da zanîn ku yek ji peywirên Wezareta Çand û Tûrîzmê ew e ku reseniya deverên çandî biparêze û wisa têxe xizmeta civakê û wiha domand: “Nayê zanîn bê ka ev komele û weqf xizmetê ji çi re dikin. Rêbazekî xelete ku ev deverên dîrokî dewrî van komele û weqfan bên kirin. Qeyûmê serdema berê jî bi heman mebestê Birca Belek û Keleha Cizîrê dewrî komeleyên girêdayî Hatîca Atan kiribû. Ev komeleye, van deverên dîrokî ji bo berjewendiyên xwe yê bazirganî û siyasî weke ofîs bi kar tîne.” 
 
Îmîr, xwest ku Wezîrê Çand û Tûrîzmê van pirsan bibersivîne: 
 
“*Di serî de Medreseya Sor, derheqê deverên dîrokî yên li Cizîrê de gelo çi agahî li ber destê we hene? Gelo haya we jê heye ku ev berhemên dîrokî yên divê girêdayî wezareta we bin, ji hêla kê ve û bi kîjan armancê tên bikaranîn? 
 
* Gelo haya we jê heye ku Keleha Cizîrê û Birca Belek ji hêla komeleyekê ve weke ofîs tê bikaranîn? Hûn jê haydarin bê ka ev komele van deverên dîrokî bi kîjan armancê bi kar tînin an na? 
 
* Tê îdiakirin ku Medreseya Sor dê dewrî Komeleya Hayratê bê kirin. Gelo di vê mijarê de hûn ê daxuyaniyekê bidin an na? 
 
* Nirxên dîrokî û çandî li gorî kîjan mewzûatê dewrî komeleyan tên kirin? 
 
* Parastin û bi kar anîna mîrasên çandî ya li gorî ruhê wan, gelo ma ne yek ji peywirên esasî ya Wezareta Çand û Tûrîzmê ye? 
 
* Gelo haya we jê heye bê ka rêveberên van komeleyan kî ne? Navên gelemperiya van kesan li herêmê bi dosyayên nelirêtiyê tên zanîn. Gelo haya we ji van îdiayan heye yan na? Heke haya we jê nebe, gelo hûn dê derheqê rêveberên van komele û weqfan de lêkolînekê bidin destpêkirin an na?”