Parlamenterê alman ji bo piştevaniyê serdana HDP'ê kir

img
ÎZMÎR - Parlamenterê Meclisa Federal a Almanyayê Nils Schmid, li dijî zext û êrişên li dijî wê serdana Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Îzmîrê kir.   
 
Berdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Parlamenterê Meclisa Federal a Almanyayê Nils Schmid, li dijî zext û êrişên li dijî wê serdana Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Îzmîrê kir. Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay û Hevserokên HDP'a Îzmîrê Besriye Tekgur û Kadrî Baydûr, Schmid pêşwazî kirin. 
 
Schmid, got ku ew weke partî timik piştvaniya kesên ku têkoşîna xwe ya siyasî di nav aştiyê de dimeşînin dikin.  
 
GIRÎNGIYA PIŞTEVANIYÊ
 
Hevserok Besriye Tekgur û Kadrî Baydûr jî dan zanîn ku ziyareta piştevaniyê ji bo gelan girîng e û hem derbarê partiya xwe de hem jî derbarê polîtîkayên zextê yên desthilatê de agahî dan Schmid.
 
Parlamenter Kemalbay jî qetilkirina endama partiya wan Denîz Poyraz bi bîr xist û destnîşan kir ku qetilkirina Poyraz bi plan û bername bûye ûev tişt got: "Qetilkirine ne tenê li dijî HDP'ê li dijî gelên Tirkiyeyê peyam bû."