Lêpirsîna Denîz Poyraz ji Soylû û Koca pirsî

img

ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay, aqûbeta lêpirsîna ku derbarê qetilkirina Denîz Poyraz de tê kirin de ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca pirsî. 

Êrişkarê faşîst Onûr Gencer ku ji aliyê AKP-MHP'ê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû perwerdekirin, di 17'ê hezîranê de êrişê avahiya HDP'ê ya Îzmîrê kiribû û Endama HDP'ê Denîz Poyraz di avahiyê de qetil kiribû. Rexmî ku di ser qetilkirina Poyraz re zêdetirî mehekê derbas bûye jî nayê zanîn ku lêpirsîna derbarê qetilkirina Poyraz de di çi astê de ye. Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bibersivînin pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê.
 
Kemalbay, destnîşan kir ku derbarê êrişê de lêpirsîneke têrker nayê kirin û û keşfên kujer Oner Gencer ên li derdora avahiya partiya wan û jêbirina parvekirinên wî yên li ser medya civakî bi bîr xist û ev tişt got: "Qetlîama Îzmîrê dişibe qetlîama Vedat Aydin, Abdî ÎpekçÎ, Ûgûr Mûmcû, Hrant Dînk û Tahîr Elçî ku bêceza hatine hiştin. Ev jî fikarên me yên ku wê ev qetlîam jî mîna yên beriya niha bêceza bê hiştin, rastiya pişt wê bê veşartin mezin dike û pirs di hişê me de dihêle." 
 
Kemalbay, di pêşnûmepirsa xwe gelek pirs ji Soylû û Koca kirin û xwest ku têkildarî aqûbeta lêpirsînê daxuyanî bidin.