Bûldan û Sancar Cejna Qurbanê pîroz kirin

img
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Cejna Qurbanê pîroz kirin û vê peyamê dan: "Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya rojên xweş, azadî, demokrasî û wekheviyê."
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşandin û cejn pîroz kirin.
 
Peyama her du hevserokan wiha ye: 
 
"Em Cejna Qurbanê ya sala 2021’an, di nav şert û mercên dijwar de, bi gelek neheqî, zilm, şer, dagirkerî, koçberî û bandorên giran ên pandemiyê re pêşwazî dikin. Li aliyekî şatafat, talan, gendelî û zordestiya serdestan, li aliyê din xizanî, koçberî, berxwedan û daxwaza azadî û wekheviyê ya bindestan. Li şûna biratiyê dijminahî, li şûna aştiyê şer û li şûna wekheviyê jî neheqiyê li ser gelan ferz dikin.  
 
Bi taybetî Cejna Qurbanê û bi giştî hemû cejnên mirovahiyê xwe dispêrin ruhê aştî, aramî û piştevaniyê. Loma jî di dîroka şaristaniyê de pîroz û bimbarek in. Em ê Cejna Qurbanê ya 2021’an jî bi wateya wê ya pîroz, bi ruhê wê yê civakî pîroz bikin. Em neheqiya ku li ser gelan tê ferzkirin, qebûl nakin. Em zilma ku li gelê me, li partiya me tê kirin, qebûl nakin. 
 
EM DIZANIN EM Ê BI HEVRE SER BIKEVIN
 
Em dixwazin û dizanin ku bi têkoşîna me ya hevpar, em ê cejnên xwe bi dilekî aram pîroz bikin. Bi têkoşîn û yekîtiyê em ê text û tacê serdestan hilweşînin. Em ê di vê cejnê de jî piştevaniya xwe xurt bikin, bibin hevxemê êş û azarên xwe û birînên xwe derman bikin. Em dizanin em ê bi hev re bi ser bikevin. 
 
Bi minasebeta cejnê, em ji bo temamî mirovahiyê aştî, aramî û tenduristiyê dixwazin û hêvî dikin ev Cejna Qurbanê bibe wesîleya rojên xweş, azadî, demokrasî, wekhevî xwişk û biratiyê. Em Cejna Qurbanê ya gelê xwe bi dil û can pîroz û bimbarek dikin. Bi hêviya em gelek cejnan bi hev re bibînin!"