Civîna HDP’ê ya rêxistinkirinê di roja sêyemîn de ye

img
AMED - Civîna HDP’ê ya bi serenavê “Em xwe bi rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişkînin” li Amedê li dar dixe di roja sêyemîn de didome. 
 
Civîna ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi serenavê “Em xwe bi rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişkînin” li Amedê li otelekê li dar dixe di roja sêyemîn de didome. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayyîp Temel, Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn, xebatkarên saziyên sivîl ên civakî yên berê beşdarî civînê bûn. 
 
Civîna rêxistinkirinê ku HDP’ê di 12’ê tîrmehê de bi nûnerên KCD, TJA, DBP, DÎK, MED-DER, Komeleya 78’an, TUAY-DER, MED TUHAD-FED, MEBYA-DER, GOÇ-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê û YAD-DER’ê re, di 13’ê tîrmehê jî bi DTSO, Baroya Amedê, OHD’ê, ÎHD’ê û Lijneya Koordînasyona Amedê ya TMMOB’ê re pêk anî û wê îro bi dawî bibe.