128 milyar nikare bê pirsîn

img
ENQERE – Pêşnûmepirsa ku Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû derbarê aqûbeta 128 milyar dolarî de dabû Serokatiya Meclisê nehat qebûlkirin û weke hincet jî hat gotin ku ev pirs nikarin bên kirin.
 
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû,  derbarê aqûbeta 128 milyar dolarî de pêşnûmepirsan dabû Serokatiya Meclisê û ji tevahiya wezaretan pirsa 128 milyar dolarî kiribû. Serokatiya Meclisê, pêşnûmepirsên Tanrîkûlû qebûl nekir û lê vegerandin. Serokatiyê, weke hincet jî detnîşan kir ku ev mijar nikarin bên pirsîn.
 
Çend pirsên ku Tanrikûlû kiribûn wiha ne: 
 
“* 128 rezerv firotin kî? 
 
* Çima rezerv hat firotin?
 
* 128 milyar rezervi firotiye esnafan?
 
* 128 milyar rezerv ji cotkaran re çûye? 
 
* 128 milyar ji karkeran re çûye?