128 milyar nikare bê pirsîn 2021-06-02 14:12:35   ENQERE – Pêşnûmepirsa ku Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû derbarê aqûbeta 128 milyar dolarî de dabû Serokatiya Meclisê nehat qebûlkirin û weke hincet jî hat gotin ku ev pirs nikarin bên kirin.   Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû,  derbarê aqûbeta 128 milyar dolarî de pêşnûmepirsan dabû Serokatiya Meclisê û ji tevahiya wezaretan pirsa 128 milyar dolarî kiribû. Serokatiya Meclisê, pêşnûmepirsên Tanrîkûlû qebûl nekir û lê vegerandin. Serokatiyê, weke hincet jî detnîşan kir ku ev mijar nikarin bên pirsîn.   Çend pirsên ku Tanrikûlû kiribûn wiha ne:    “* 128 rezerv firotin kî?    * Çima rezerv hat firotin?   * 128 milyar rezervi firotiye esnafan?   * 128 milyar rezerv ji cotkaran re çûye?    * 128 milyar ji karkeran re çûye?