Sarisaç: Têkoşîna me wê li kuçeyan bigihîje serkeftinê

img

WAN - Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç destnîşan kir îqtidarê bajarê Wanê veguherandiye bajarê polîsan û ew ê tevî hemû zextên îqtidarê jî li kuçe û meydanan têkoşîna xwe bidomînin û bigihînin serkeftinê. 

Li Wanê polîs ji ber “çalakiya” wan malbatên îdia dikin ku HDP’ê zarokên wan biriye çiyê 8 hefte ne derdora avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr digire. Rêveber û parlamenterên HDP’ê jî her hefte li dijî vê derdikevin û helwesta polîsan protesto dikin. Polîs nahêlin rojnamevan jî dîmen û wêneyên parlamenterên HDP’ê bigirin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç vê helwesta li dijî partiya xwe nirxand. 
 
‘VEGUHERANDINE BAJARÊ POLÎSAN’ 
 
Sarisaç anî ziman ku polîsan Wanê dagir kiriye û dixwazin di warê siyasî, aborî û civakî de xelkê Wanê ceza bikin. Sarisaç da zanîn ku ev rewş tenê ne li Wanê ye û li bajarên din jî heman rewş heye. Sarisaç diyar kir ku bajarê Wanê di rêjeya aboriyê de yek ji bajarê herî li dawiyê ye û got: “Bajarê Wanê adeta veguherandine bajarê polîsan. Hêceta wan jî qedexeya çalakiyan a ji 15 rojê carekê ye. Êdî bi şiklek rûtîn her hefte avahiya partiya me dorpêç dikin. Em di mijarek herî xwezayî û mirovî de dixwazin daxuyanî bidin lê polîs bi çek û mertalên xwe bi ser me ve tên. Zextên li me û rêveberên me dikin. Heke van zextan li wekîlan bikin, ma êdî wê çi bi gel nekin. Ji ber ku HDP polîtîkayên şer ên AKP’ê teşhîr dike her dibe armana êriş û zextan.” 
 
‘BIÇIN BER AKP’Ê WÊ WERIN ZINDANÎKIRIN’ 
 
Sarisaç destnîşan kir ku wan kesên diçin ber avahiya partiya wan dikin amûra şanoyên AKP’ê û ev şano jî di bin navê “hesasiyeta dayikan” de bi bernameyekê didomînin. Sarisaç anî ziman ku êş û kesera dayikan ne di xema AKP’ê de ye û wan ji bo berjwendiyên xwe li dijî muxalîfan bikar tîne. Sarisaç destnîşan kir ku îqtidara ku bi dehan balafir êrişî Garê kir ne mimkin e ku zarokên wan kesan bi saxlemî bîne û heke bi rastî jî AKP dixwaze ew zarokên wan malbatan bi saxî vegerin malê divê ewilî dawî li polîtîkayên xwe şer bîne. Sarisaç da zanîn ku ev organîze ji aliyê dewletê ve pêk tê û heke ev kes biçin ber AKP’ê dê werin zindanîkirin. 
 
‘EM Ê LI KUÇEYAN TÊKOŞÎNÊ QEZENC BIKIN’ 
 
Sarisaç destnîşan kir ku li her qadê li dijî HDP'ê êriş hene û gotinên xwe bi dawî kir: “Bila her kes viya baş bixe serê xwe, HDP ew partiye ku ji têkoşîn û berxwedana kuçe û meydanan tê. HDP bi gelê xwe heye. Lewma îro li kuçeyên Wanê xwedî li îradeya xelkê xwe derdikeve û dagirkirina polîsan pûç dike. Em ferz bikin bêjin avahiya partiya me girtin. Bila avahî yên we bin û em dibêjin kuçe û gel ên me ne. Tevî ku bi hezaran polîs li her xalê bi cih dikin û zextan jî li me dikin ne em û ne jî gelê me paş de gav navêje. Em ê li kuçeyan vê têkoşînê qezenc bikin.”