Gergerlîoglû: Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye

img
ENQERE - Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’yî diyar kir ku ew ê teslîm enbe û got: “Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye. Em bikevin girtîgehê jî em ê bêjin divê ev al nekeve erdê.” 
 
Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’yî ku parlamenteriya wî hat betalkirin çalakiya xwe ya “Nobeta Edaletê” di roja 14’emîn de li avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê berdewam dike. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdana Gergerlîoglû wê di 31’ê adarê de lêkolîn bike. Tê payîn Gergerlîoglû roja çarşemê yanî sibê daxuyaniyek bide û dawî li çalakiya xwe ya nobetê bîne. Gergerlîoglû yê ku teslîmbûnê red dike wê li mala xwe li bendê werin wî bibin girtîgehê. 
 
Gergerlîoglû diyar kir ku AYM sibê hem li ser doza vekirina girtiya partiya wî HDP’ê û hem jî li ser serlêdana wî ya takekes lêkolîna ewilî dike û lêkolîna her du dozan jî manîdar e. Gergerlîoglû anî ziman ku îqtîdar ji ber serkeftin û stratejiya HDP’ê dixwaze bi operasyonên wiha tolê ji wan hilde. 
 
AYM LI BENDA ÇI YE?
 
Gergerlîoglû destnîşan kir ku heke AYM bixwaze dikare pir di demek kin de biryarê bide û got: “AYM çima tavilê biryar nade. Biryarek dikare di 5 deqîqeyan de bide li holê heye. Teqez ez li benda biryarek erênî me lê belê hêj nade. Şerma ewil ew e ku di 17’ê adarê de parlamenteriya min betal kirin. Şerma duyem jî binçavkirina min bû. Şerma sêyemîn jî di rojên pêşiya me de şandina min a girtîgehê ye. Qet nebe AYM dikare pêşî li vê şerma sêyemîn bigire. AYM hêj li benda çi ye?” 
 
‘EZ Ê DI ZINDANÊ DE JÎ NOBETÊ BIDOMÎNIM’ 
 
Gergerlîoglû anî ziman ku ew bikeve girtîgehê jî wê bêdeng nemîne û wiha got: “Wê yên li pişt min jî vê alê li erdê nehêlin. Em teslîm nabin. Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye. Gelê kurd, parêzvanên mafê mirovan û civaka demokrat a Tirkiyê tu demê teslîm nebûye. Ji ber min mafê însanan û gelê kurd parastin îro vê tiştê tînin serê min. Me ji karê me biavêjin jî, wekîliya ku xelkê me diyarî me kiribû betal bikin jî, me biavêjin zindanan jî em ê teslîm nebin. Wî wêneyê zordestiyê yê di Meclîsê de wan bi xwe girt. Roja çarşemê ez ê çalakiya xwe bi dawî bikim. Roja dawî ez ê li ba malbata xwe bim. Ez ê li benda wan bisekinim ku werin min bibin. Min biavêjin zindanê jî ez ê Nobeta Edaletê bidomînim. Em di zindanê de bin jî em ê bêjin ku pêwîste ev al nekeve erdê.” 
 
MA / Dîren Yûrtsever