KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin

img
AMED -  KCD, DBP, TJA û HDP’ê diyar kir ku di Newrozê de bi milyonan kesên daketin qadan li dijî êrişên AKP-MHP’ê gotin “em li vir in” û bi milyonan kes daxwaza azadiya Ocalan kirin. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê têkildarî pîrozbahiyên Newrozê ku bi beşdariya milyonan kes bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” hat lidarxistin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Buroya Peywendiyê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê pêk hat. 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, li ser navê TJA’yê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara beşdarî civînê bûn. Di civînê de spasî ji xelkê re hat kirin. 
 
BERSIVA AKP Û MHP’Ê HAT DAYÎN 
 
Di civînê de ewilî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û destnîşan kir ku Newroz bi sed salan e ji bo gelê kurd hem hatina biharê ye û hem jî cejna ku daxwazên azadî û aştiyê lê tên kirine ye. 
 
Ozturk anî ziman ku gelê kurd pîrozbahiya Newroza îsal di bin siyas êrişên desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê de li dar xistiye û got: “Desthilatdariyê di salek dawî de polîtîkayên qirêj li dijî gelê kurd bi rê ve bir. Di vî salek dawî de digotin ‘me kurdan qedand û êdî nikarin werin ba hev û daxwaza nasnameya xwe bikin’. Lê belê bi milyonan xelkê me ji Stenbolê heta Amedê daket meydanan û peyama ‘em li dijî van polîtîkayên we yên qirêj û êrişên we va li vir in’ dan. Gelê kurd carek din azadî û aştiyê xwest. Bi milyonan kes li meydanan gotin ‘Rêberê me Ocalan e û ji bo aştiya Tirkiyê navnîşan Ocalan e’. Daxwazên azadiyê yên gelê kurd ji bo me ferman e. Em carek din spasiya gelê xwe dikin.” 
 
BI MILYONAN KES AZADIYA OCALAN XWEST 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku bi milyonan kes di Newrozê de daket meydanan û peyamên pir eşkere dan rêveberên vî welatî û Rojhilata Navîn û got: “Newroz ji bo gelê kurd rojek girîng e. Me di serdemek ku êriş li ser destkeftiyên gelê kurd hene Newrozê pîroz kir. Peyamên herî zelal û girîng ên li qadan rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan bû û daxwaza azadiya wî bû. Bi milyonan kes navnîşana çareseriyê Îmrali nîşan dan. Her wiha peyamên berxwedan, têkoşîn, azadî û yekîtiyê jî hatin dayîn. Xelkê me bi yek dengekî li dijî hewldana girtina HDP’ê ku li ser fikrên Ocalan hatiye avakirin jî derket û xelkê li îradeya xwe derket.”
 
JIN LI DIJÎ TECRÎDÊ AZADIYÊ QÎR KIRIN 
 
Parlamenter Semra Guzel jî li ser navê TJA’yê axivî û got: “Jinan li meydanan li dijî qirkirin, tundiya li ser jinan dengê xwe bilind kirin û li dijî tecrîdê azadiyê parastin. Jinan bi dengek bilind hêrsa xwe li dijî betalkirina Peymana Stenbolê jî anî ziman. Bang û daxwaza jinan dîrokî bû.” 
 
‘NEWROZEK CIWAN BÛ’ 
 
Endamê Melîsa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara jî anî ziman ku Newroza îsal di serdemek dîrokî de p^ke hatiye û xwest peyamên ciwanan ên li qadan pir zelal û rast werin xwendin û encamek baş jê were derxistin. Mîmkara destnîşan kir ku wan di vê Newrozê de dît ku ciwan li dijî polîtîkayên li ser ciwanan derketin û sekna xwe ya li dijî tecrîda li Îmraliyê nîşan dan û beşdariya ciwanan zêde bûye û Newrozek ciwan pîroz kiriye. Mîmkara got ji ber beşdariya pîrozbahiya Newrozê spasiya gelê xwe dikin û xwest her kes bi ruhê Newrozê tevli têkoşîna serdama were bibe.