HDK deklerasyona Newrozê aşkere kir

img

STENBOL – HDK’ê têkildarî Newroza îsal ku wê li 30 bajar û 61 navenda bên pîrozkirin, deklerasyonek aşkere kir. 

 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Otela Hîll a Taksîmê ya Stenbolê, bi civîneke çapemeniyê têkildarî pîrozbahiyên Newroza îsal ku wê li 30 bajar û 61 navenda bên kirin, deklerasyonek aşkere kir. Hevberdevkên HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglû, nûnerên partî û rêxistinên pêkhateyên kongreye û parlamenterên HDP’ê tevlî civînê bûn. Li eywana ku civîn lê hat lidarxistin, pankartên “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi serkevin” û “Wê jin bi serhildana xwe agirê Newrozê geş bikin” hatin daleqandin. 
 
‘DAWIYA HER ZIVISTANÊ BIHAR E’
 
Deklerasyona ku hatibû amadekirin Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû aşkera kir. Ûgûrlû, diyar kir ku weke HDK’ê ji ber navbeynkariya xwe banga ku wan aniye cem kêfxweş in û wiha got: “Tişta ku em navbeykariya wê dikin sekna hişmendî û feraseta peywirê ku ji berpirsyarî û pewîstiyên demê ne. Banga ku me tîne cem Newroz û mêjî û wêrekiya wê ye. Newroz me hemûyan dike yek. 21’ê Adarê zindîbûn û nûkirina xweza û xwebûnê ye. Ji ber vê dawiya her zivistanî bihar e. Ji ber vê jî gel Newrozê weke hezkirin, kêf û xweşiyê dijîn û pîroz dikin.”
 
‘WÊ BIB SERDEMEKE NÛ’
 
Di berdewamê de Ûgûrlû, destnîşan kir ku Newroz di heman demê de civakîbûn û mirovîbûna biyarê ye û ev tişt anîn ziman: “Newroz kêfxweşiya rizgariya civakî, biratî, piştevanî û yekitiyê ye. Ji ber vê jî dawiya tariyê ronahî ye. Dawiya desthilatên zalim hilweşandin e. Dawiya pergalên zilmê azadî ye. Wê îsal jî cejna qedîm a kurdan Newroz bi coşeke mezin bê pîrozkirin. Wê bi agirê Newrozê hêzen edalet, wekhevî, rûmet û aştiyê li dijî zordariya faşîst bibin yek. Di serî de Zindana Îmraliyê wê zilma tecrîdê ya li civakê berbelav bûye bişikîne. Wê ji bo vîna yekbûyî ya gelê me, demokrasî û azadiyê bibe serdemeke nû. Dawiya zordaran nêz e. Mizginiya Newroz 2021’an ev e.”
 
BANGA NEWROZÊ
 
Ûgûrlû, gotinên xwe bi van bangên Newrozê bi dawî kir: “Em bang li hemû hêzên ked û demokrasiye, hemû beşên civakê yên têkoşîna heq, hiqûq, edaletê didin dikin ku em li qadên Newrozê bên gel hev. Newroz pîroz be!”