Bûldan û Sancar: Girtina partiyê wê krîzan kûrtir bike

img

STENBOL - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar diyar kirin ku hewldanên fezlekeyan û girtina partiya wan dê krîzên heyî hin bêtir kûrtir bikin û ji bo çareseriyê îşaretî tifaqa demokrasiyê kirin. 

 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li otelek Taksîma Stenbolê bi endamên medyaya biyaî re civiyan. Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Çapemeniyê Berpirsiyar Tayîp Temel, Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê Erdal Avci jî li gel hevserokan cih girtin. 
 
BÛLDAN: JI BER ŞER KRÎZ DERDIKEVIN
 
Hevserok Pervîn Bûldan diyar kir ku Tirkiye di gelek aliyan de di nava krîzekê de ye û ev krîz ji ber şer pêk tê û got: “Serokkomar Erdogan bi ‘şerê taybet’ welat birêve dibe. Îqtidar nikare welat birêve bibe. Bi pandemiyê re krîza aborî kûrtir bûye. Karsaz û esnaf bi tengasiyê re rûbirû mane. Bi taybetî Tirkiye hatiye sînorê birçîbûnê. Civaka Tirkiyê bi pirsgirêkek cidî ya aborî re rûbirû maye. Ev pirsgirêk her diçe kûr dibe. Ji ber vê yekê jî em dibêjin ji berk u AKP û MHP nikare welat birêve bibe ev krîz zêde û kûr dibin.” 
 
KRÎZÊN KU KÛR DIBIN 
 
Bûldan anî ziman ku li gel krîza aborî krîza siyasî jî her ku diçe kûr dibe û wiha got: “Nemaze di demên dawî de zextên, êriş û meseleya girtina li ser HDP’ê zêde bûne. AKP û MHP radibin û gefa li partiya me dixwin, qala girtinê dikin û me bi fezlekeyan ditirsînin. Pir tînin ziman. Ji bo ser nebirêveberina xwe bigirin û ser krîzan bigirin HDP’ê kirine hedefa xwe. Ew kesên bi girtin û fezlekeyan gef li me dixwin bila baş dizanibin ku HDP partiya seyemîn a Tirkiyê ya mezin e. Bi milyonan însan deng dane HDP’ê. Ji ber vê girtin û betalkirina parlamenterên HDP’ê wê tu feydeyê nede tu kesî. Şûrê xwe ji me re dihejînin. Kes ji vê sûdê wê wernegire. Û her ku diçe ev yek krîzên li Tirkiyê kûrtir dikin.”
 
PIRSGIRÊKA KURD 
 
Bûldan anî ziman ku sedema bingehîn a krîzan pirsgirêka kurd e û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê rê û rêbazên cuda werin ceribandin. Lê tiştên ku hikumetê berê kiriye wê niha alîkariya çareserkirina pirsgirêkê neke. Me her tim got pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û diyalogê dikare were çareserkirin. Me şahidiya pêvajoya çareseriyê kir. Me bi daxiliya birêz Abdullah Ocalan wê pêvajoyê dît. Lê piştî 2015’an hikumeta AKP’ê helwest û zîhniyeta xwe guhert û ji ber dest ji vê rêbaza aştiyê berda lewma îro Tirkiye di nava krîzan de ye.”
 
HEWLDANA GIRTINA HDP’Ê 
 
Bûldan li ser nîqaş û hewldanên girtina HDP’ê bi berfirehî sekinî û got: “Herî zêde partiyên me hatin girtin. Lê vaye îro jî em li meydanê ne. Bi girtina partiyê wê tu pirsgirêk neyê çareserkirin. Bi betalkirina parlamenteriya me wê tiştek nekeve destê we. Em ne ji îro ve tên girtin. Bi dehan sal in em di girtîgehan de ne. Girtin û fezlekeyên nû jî wê ji tu tiştekî re nebe bersiv.” 
 
BIRYARA DMME’YÊ 
 
Bûldan bal kişand ser biryara DMME’yê ya ji bo Selahattîn Demîrtaş û got: “Biryara DMME’yê ji bo Tirkiyê biryarek gelek girîng bû. Ev biryar tenê ne ji bo Demîrtaş ji bo gelek kesan wê derbas bibûya. Lê mixabin Tirkiye vê biryarê nas nake û dixwaze pişta xwe bide biryarê. Ji bo rakirina gelek krîzên heyî jî sepandina biryarê wê gelek girîng be. Lê belê hêj nesepandin e.” 
 
SANCAR: KRÎZ Û PIRSGIRÊKÊN GIRAN HENE 
 
Hevserok Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku li Tirkiyê xelk û partiyên siyasî bi krîzên wek aborî, siyasî û civakî rûbirû mane û hemû krîz bi hev ve girêdayî ne û krîzên herî girîng jî krîzên demokrasî, azadî, edalet û hiqûqê ne. Sancar got krîza demokrasiyê tê wateyê ku ew demorkasiya hindikek jî maye ji holê rabûye. Sancar anî ziman ku fezlekeyên ji bo parlamenterên wan hatine amadekirin jî trajîkomîk e û hewldanên girtina partiya wan û betalkirina parlamenteriyê jî gefên mezin in. 
 
ÇARESERÎ BI TIFAQÊ PÊKAN E
 
Sancar jî bal kişand ser biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş û nesepandina biryarê hem Tirkiyê hem jî Dadgeha Ewropayê jî dixe nav tengasiyên mezin. Sancar anî ziman ku ew wek HDP’ê di wê baweriyê de ne ku di serî de pirsgirêka kurd û tevahiya pirsgirêkên siyasî û civakî dikarin bi krîterên siyaseta demorkatîk werin çareserkirin û ew hêza herî mezin a çareseriyê jî di tifaqa demorkasiyê de dibînin. Sancar got ev tifaqa demokrasiyê dikare rê li ber tevahiya krîz û pirsgirêkan bigire. 
 
Piştî daxuyaniya hevserokan, civînê bi pirs û besivan berdewam kir.