Ji Qoserê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin

img
MÊRDÎN – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li Qoserê di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî de tevî astengiyan jî di daxuyaniya girseyî de axivî û got: “Tecrîda li Îmraliyê çawa li tevahiya Tirkiyê belav bûye em li Qoserê dibînin. Li tavilê divê deriyê Girtîgeha Îmraliyê vebibe.” 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd pêk were ji 16’ê sibatê ve li Mêrdîn û navçeyên wê xebata “"Dem Dema Yekîtiya Netewî û Azadiyê ye” birêve birin. Di çarçoveya vê xebatê de îro li navçeya Qosera Mêrdînê daxuyaniyek girseyî hat dayîn. Beriya daxuyaniyê polîsan li ser cade û rêyên Qoserê tevdîrên zêde girtin. Di ketina Qoserê de polîsan wesayît rawestandin, kontrola nasnameyan kirin û destûr neda hin wesayîtên HDP’iyan biçin navenda navçeyê. 
 
Polîsan cihê daxuyaniyê Qada Azadiyê bi bariyeran dorpêç kir û li dar xistina daxuyaniyê asteng kir. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî di nav de girseyê li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Qoserê daxuyanî hat dayîn. 
 
‘DORPÊÇ TECRÎD E’ 
 
Tevî astengiya polîsan jî Hevseroka DBP’ê SalîhaAydenîz daxuyanî da û bertek nîşanî dorpêç û astengiyên polîsan da û got: “Îro tevî ewqas dorpêç û astengiyan jî em li vir kom bûne. Bi dehan hevalên me li ser rêyan hatin astengkirin. Li şûna hûn me asteng dikin, hûn muaxileyên xwe yên antî demokratîk asteng bikin wê baştir be. Îro Tirkiye xala ku gihîştiye vaye hûn dibînin dagirkerî ye. Li dijî vê dagirkirinê wê gelê kurd tu carî bêdeng nebîne. Em ji bo demokratîkkirina Tirkiyê têdikoşin. A rast sebeba vê dorpêçê ew e ku armanca tecrîdkirina Tirkiyê ye. Li şûna barîkatan datînin pêşiya me biçin deynin pêşiya faşîzm û kujeran.” 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN’ 
 
Ayedenîz anî ziman ku ew di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî ya kurd de li Mêrdînê ne û xebat li navçeyan birêve birine û got: “Em li dijî polîtîkaya tecrîdê, helwesta li dijî yekîtiya me kurdan û polîtîkaya qeyûman ji Qoserê bang li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyê dikin ku vaye em li ber xwe didin.” 
 
‘DIVÊL I TAVILÊ TECRÎD WERE RAKIRIN’ 
 
Aydenîz destnîşan kir ku Tirkiye di bin şertên tecrîdê de tê birêvebirin û wiha got: “Şertên li Tirkiyê îro vaye baş li Qoserê xuya dike û dîmenên barîkat û dagirkirinê li ber çavan in. “Tecrîda li Îmraliyê çawa li tevahiya Tirkiyê belav bûye em li Qoserê dibînin. Li tavilê divê deriyê Girtîgeha Îmraliyê vebibe. Li Tirkiyê şer û krîz mezin dibe û demokrasî têk diçe. Li girtîgehan û derve binpêkirinên mafan zêde dibin. Heke dixwazin ji krîzan derkevin divê demildest deriyê Îmraliyê vekin û tecrîda ji ser birêz Ocalan were rakirin.” 
 
‘HESABÊ GARÊ BIDIN’ 
 
Aydenîz destnîşan kir ku îqtidara AKP’ê bi kirinên xwe dê biçe ser sergoyê dîrokê û wiha got: “Berpirsiyarê tiştên li Garê qewimin îqtidar bi xwe ye. Li Garê têkçûna îqtidarê qewimî. Divê hûn ewilî hesabê Garê, Roboskî, Cizîr û Sûrê bidin. Piştî wê derkevin biaxivin. Dev ji astengkirina siyaseta demokratîk berdin.”
 
‘DEM DEMA YEKÎTIYÊ YE’ 
 
Aydenîz anî ziman ku aktorê sereke yê dibe sedema ku şerê navbera kurdan çê bibe Tirkiye ye û wiha got: “Wê kurd qet û qet malzeme nedin we.  Dem dema yekîtiyê ye. Dem dema parastina destkeftiyan e. Em ê bi ser bikevin û wê faşîzm têk biçe.” 
 
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.