Wezîran 12 hezar û 627 pêşniyarname bê bersîv hiştin

img

WAN - Serokatiya Meclîsê diyar kir ku di Serdema Qanûndanînê ya 27’an de ji 38 hezar û 999 pêşniyarnameyên ku pêşkêşî wezaretan hatine kirin jê 12 hezar û 627 pêşniyarname bê bersîv hatine hiştin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan, têkildarî aqûbeta pêşniyarnameyên di serdema 27’emîn a Qanûndanînê de pêşkêşî wezaretan kirine ji Serokatiya Meclîsê pirsî. Orhan di 14'ê Çile de pirsname da Serokatiya Melîsê û xwest aqûbeta pêşniyarname û pirsnameyan bipirse. Serokatiya Meclîsê pirsnameya Orhan bersivand  û anî ziman ku gelek pirsname û pêşniyarname bê bersîv hatine hiştin. Serokatiya Meclîsê da zanîn ku ji bo 17 wezaretan bi giştî 38 hezar û 999 pêşniyarname û 3 hezar û 652 pêşniyarnameyên Lêkolîna Meclîsê hatine şandin û wiha got: Ji bo Cîgirê Serokomar Fuat Oktay 6 hezar û 940, ji bo Wezareta Dadê 4 hezar û 736, ji bo Wezareta Çandiniyê 3 hezar û 349, ji bo Wezareta Tenduristiyê 3 hezar û 228, ji Wezareta Karên Hundir 3 hezar û 94, ji Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê 2 hezar û 910, Wezareta perwerdehiyê 2 hezar û 419, Wezareta Derdor û Bajarvaniye 2 hezar û 309, Wezareta Ragihandinê hezar û 913, Wezareta Xezînê Hezar û 563, Wezareta Karên Derve hezar û 167, Wezareta Çandê û Turîzmê Hezar û 166, Wezareta Çavkaniyên Tabî û Enerjiyê, Hezar û 101 pêşniyarname hatin dayîn. 
 
Serokatiya Meclîsê da zanîn ku ji pêşniyarnameyên hatine dayîn 12  hezar û 627 pêşniyarname bê bersîv hatine hiştin. Serokatiya Meclîsê anî ziman ku 6 hezar û 70 pêşniyarname salek zêde di ser dema wan re derbas bûye. 
 
MA / Mujdat Can