Bernameya kampanya ‘Destpêkê Edalet’ a HDP’ê dest pê dike

img

ENQERE - HDP bernameya xwe ya serdema nû kampanya bi navê “Destpêkê Edalet" li Enqereyê eşkere dike. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kampanya serdema nû ya bi navê “Destpêkê Edalet” li otelek Enqereyê radigihîne. Li eywana dê kampanya lê were ragihandin pankartên bi kurdî û tirkî wek “Bila dawî li tecrîdê were”, “Ji bo jiyanê edalet”, "Destpêkê edalet”, "Ji bo her kesî edalet”, “Bila tevkujiyên jinan bi dawî bibin”, “Ji bo jinan edalet” û “Ji bo nan, ji bo xwezayê, ji bo zimanê zikmakî, ji bo aştiyê edalet” hatin daliqandin û lolîpopên bi kurdî û tirkî ji bo bên hildan danîn ser kursiyan. Mêvan hêdî hêdî derbasî ewyanê dibin. Gelek rojnamevan bernameyê dişopînin.
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, serokên giştî yên partiyên pêkhateyên HDP’ê, nûnerên sendîkayan û rêxistinên civakî yên sivîl, hunermend, nivîskar, rewşenbîr û gelek kes dê beşdarî bernameyê bibin. 
 
DANASÎNA VÎDEOYÊ 
 
Bername wê bi silavdayînê dest pê bike û dê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag werin silavkirin. Wê danasîna muzîk û klîba kampanyayê jî were kirin. Her wiha peyamên bi vîdeoyê yên hunermend Kadîr Înanir û Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu jî dê werin temaşekirin. 
 
HEVSEROK DÊ BERNAMEYÊ EŞKERE BIKIN 
 
Dê bername ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bixwînin û eşkere bikin. HDP bi vê kampanyayê dixwaze bernameya têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, nespandina biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş û sepanên antîdemokratîk de bi dawî bike.