Silavkirina Taşdemîr a Guven sûc hat hesibandin

img
ENQERE - Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr beriya 2 salan di axaftina xwe ya 8’ê Adarê de ji Leyla Guven a di girtîgehê de bû re silav şandibû û qala tecrîdê kiribû. Ew axaftina Taşdemîr bû mijara fezlekeyê.
 
Axaftina parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, ku di pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ya sala 2019'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê kiribû, bû hinceta fezlekeyê. Taşdemîr, di axaftina xwe de, ji Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê re silav şandibû û xwestibû tecrîd were rakirin. 
 
Derbarê Taşdemîrê de bi ideaya “pesnê sûc û kesên sûcdar dayîn” û “bi eşkere gel teşwîqî kîn û dijminantiyê kirin” fezleke hat amadekirin.
 
GOTINA GUVEN KIRIN HINCETA FEZLEKEYÊ 
 
Axaftina Taşdemîr a di mitîngê de kiribû û bû hinceta fezlekeyê wiha ne: “(…) navê berxwedanê Leyla ye. 8’ê Adarê li Leyla pîroz be. Leyla Guven îro 121 roj in li ber xwe dide. Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê li ber xwe dide. Leyla rêberiyê ji me re dike. Ji xwe Leyla ji bo vê têdikoşe. Leyla Guven îro vê dibêje û ji herkesê re vê bangê dike. Leyla Guven dibêje ev dewlet sûc dike, hiqûqê nas nake… Em ji vir careke din ji Leyla Guven re silav dişinin. Peyameke wê ya kurt heye, dixwazim bi we re parve bikim.
 
AŞTÎ, AZADÎ, ARAMÎ NAYÊ
 
(…) Ji bo vê jî heta ku tecrîd bişkê, em ê têkoşîna xwe kûrtir bikin. Hûn jî dizanin dema muzakereyên têkildarî pirsgirêka kurd dest pê kirin, Birêz Ocalan gotibû heta jin li maseyê ne rûnin û tevlî pêvajoyê nebin wê aştî jî, azadî jî kêm bimîne. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan, ji bo azadiya jinê 40 sal in kedeke mezin dide. Îro jî ji bo ku jin azad bibin li ber xwe dide. Ji ber vê yekê tecrîda ser wî giran bû. Ji bo azadiyê, ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bişike em ê li ber xwe bidin. Heta tecrîd neyê şikandin ne aştî, ne azadî, ne jî aramî nayê vî welatî.”
 
Taşdemîr, di axaftina xwe ya ku qala pêvajoya çareserî û diyalogê ya di sala 2013’an de jî kiribû, xwestibû ku tecrîd jî bê rakirin. Di fezlekeyê de hat îdeakirin ku armanca rakirina tecrîdê ji ber hedefên “Bi Ocalan re careke din şertên hevdîtinê pêkanînê” di nava xwe de dihewîne, axaftina hatiye kirin di çarçoveya azadiya îfadeyê de nayê nirxandin.