Gunay: Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin

img

ENQERE – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome û got: “Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin.” 

 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Gunay destnîşan kir ku li Tirkiyê gelek kêşe û tengasî hene û got: “Daxwaza civaka me ew e ku ji van zextan rizgar bibe. Gelê me ji bo vê yekê têdikoşe û li ber xwe dide. Ev yek hemû xîrata me ya ji bo îradeya çareseriyê, israr û têkoşîna me hin bêtir mezin dike.” 
 
BERXWEDANA GIRTÎGEHAN 
 
Gunay bi bîr xist ku ji îro pê ve li 107 girtîgehan ji 2 hezarî zêdetir girtiyên siyasî 64 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger de ne û wiha got: “Ji du mehan zêdetir e însan di nava bêderfetiyan de li ber xwe didin û îtîrazî rêveçûyîna heyî dike. Daxwazên girtiyan pir eşkere û zelal in. Bi hezaran girtiyên li zindanan ku ji aliyê îqtîdarê ve hatine girtin di serî de li ber tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û neheqî û bêhiqûqiyan radibin û li ber xwe didin.” 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN’ 
 
Gunay destnîşan kir ku di 10 salên dawî de li Tirkiyê ji her cûre raman û derdorê însan hezar cûre çalakî û şahî li dar dixin û got: “Êdî di destê însanan de fener heye û li edaletê digerin. Li vî welatî di 10 salên dawî de 2 grevên birçîbûnê yên mezin ku li dinyayê bûn rojev qewimîn. Baş e ev grev tiştekî ji aqlê dewletê re dibêjin û ifade dikin nîne gelo? Li vî welatî her roj bêhiqûqî heye. Bi hezaran însan li dijî van neheqiyan xwe birçî dihêlin. Li ser vê yekê jî rayedarên hikumetê radibin û dibêjin ‘em rêveberiyek demokratîk in.’ Ev gotinên rayedarên hikumetê trejadiya vî welatî ye. Komîsyona Şopandina Greva birçîbûnê ya ji komîsyona me û rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê heye û xebatên xwe didomîne. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Ev daxwaz daxwazên rewa û demokratîk in. Ji bo daxwazên girtiyan werin pejirandin em ê têkoşîna xwe her bilind bikin.” 
 
‘AKP Û MHP DIJMINATIYA GELÊ KURD DIKE’ 
 
Gunay di dewama axaftina xwe wiha got: “Hikumeta AKP-MHP’ê, ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojava û Başûr jî dijminatiya gelê kurd didomîne. Ji Efrînê bigire heta Serêkanî û Girê Spî, ji Qamişlo bigire heta Başûr, êrişî sivîlan dike. Heta niha bi hezaran sivîl di operasyonên leşkerî de hatin kuştin. Li aliyekî kuştin, li aliyê din jî revandin, koçberkirin û talan.Çend roj berê li Rojava, li Til Rifatê êrişek ji aliyê artêşa Tirk ve hate kirin û di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 6 sivîl jî birîndar bûn. Mixabin Wezareta Parastinê ya Neteweyî ev êriş girt ser xwe û kesên ku hatin kuştin wek terorîst bi nav kirin.
 
HER KESÎ KIRINE TERORÎST 
 
Ji bo wan sivîl terorîst in, kurd terorîst in, gelên Rojava terorîst in û qetla wan jî rewa û heq e. Hikumeta AKP-MHP’ê hemû qanûnên navneteweyî binpê dike. Mafê jiyanê nas nake û bûye sebebê gelek sûcên li dijî mirovahiyê. Em cardin li vir êrişên li hemberî gelê Kurd, êrişên li hemberî sivîlan şermezar dikin. Ên ku sivîlan qetil dikin bila baş bizanibin ku em ê li her derê têkoşîna ji bo edaletê bidomînin. Em ê heqê sivîlên bêguneh û gelê me yê Rojava ji wan bipirsin. Em tu carî vê yekê ji wan re nahêlin. Ez dîsa li vir dixwazin bi bîr bînim ku politîkayên desthilatdariya AKP’ê yên li Başûr û Rojava ne ji bo çareseriyê û qenciya kurdan e. Ev politika ji bo dagirkirin û desteserkirina Rojava û Başûr in. Pewiste e rêveberiya Başûr û hemû kurd vê rastiyê bibinin û bizanin… Ji ber vê yekê em dîsa dibêjin divê kurd yekitiya xwe pêk bînin.
 
Wek min got, hikumeta AKP-MHP’ê êdî tu hiqûqê nas nake. Qanûnên xwe û yên navneteweyî binpê dike. Li hemberî birêz Ocalan tecrîdeke giran dide meşandin. Lê li zindanan bi hezaran girtî li hemberî vê tecrîdê şest u çar roj in di greva birçîbûnê de ne. Li dehan zindanan, bi hezaran girtî bangî hikûmetê dikin û dibêjin werin ser riya heq û heqîqetê. Qanûnên xwe binpê nekin û werin ser riya edaletê.
 
DIVÊ ÎRO TECRÎD WERE RAKIRIN 
 
Greva birçîbûnê banga edaletê ye, banga hiqûqê ye. Pergala ku li Îmraliyê hatiye avakirin, pergala rewşeke awarte ye. Binpêkirina qanûnên Tirkiyeyê ye, nenaskirina qanûnên navneteweyî ye, êrişa li hemberî mafê jiyanê ye. Pergala ku li wir hatiye avakirin, dixwazin belavî temamî Tirkiyeyê bikin. Ez careke din ji vir bang dikim. Rojek berî rojekê guh bidin deng û banga girtiyên li zindanan. Ji bo ku rewşa zindanan xerab nebe, ji bo ku xetere mezin nebe divê gav bên avêtin. Ew gav ne sibê, divê îro, divê niha bên avêtin. Ji bo ku ev grev bi dawî bibe, divê îro tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Her saet, her roj xetereyê xetereyê mezin dike.”