Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
- rojane
- 13:56 15/2
Gelê Wanê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li kolanan e. Tevî êrişên polîsan jî gel kolanan naterikîne.
Gelê Wanê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li kolanan e. Tevî êrişên polîsan jî gel kolanan naterikîne.
Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat (GGC) bertek nîşanî li Wanê binçavkirina 6 rojnamegeran da û xwest behîhûqî bi dawî bibe û rojnameger serbest bên berdan.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û got: “Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?” Tuncer Bakirhan jî got: “Mîna gelê me yê Wanê ku xwedî li îradeya xwe derketin, em jî dê têbikoşin û li ber xwe bidin.”
DBP’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî qeyûm tayînkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û wiha got: “Em dizî, xesp û darbeyên li dijî îradeya gel bi tu avayî qebûl nakin û van biryaran nas nakin. Li dijî darbekaran dê berxwedan û têkoşîna me bidome.”
MSD’ê diyar kir ku di Kongreya Diyaloga Niştimanî ya ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê hatiye avakirin de tevahiya hêzên siyasî, civakî û neteweyî yên welêt li derve hatine hiştin û xwest jinûve bê avakirin.
Ji bo meş û mitînga bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê dê li bajarê Fransayê Strasbourgê bên lidarxistin, Kurdistanî û dostên wan kom dibin.
DÎSK Basin Îş’ê têkildarî binçavkirina rojnamegeran û tayînkirin qeyûm daxuyanî da û diyar kir ku dê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin û xwest ku rojnamegerên hatine binçavkirin serbest bên berdan.
Polîsan bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girtin û siyasetmedar, rojnameger û parêzer jî di nav de zêdetirî 100 kes binçav kirin.
DFG û MKG’ê xwest rojnamegerên ku di serdagirtina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hatine binçavkirin serbest bên berdan.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan dikare veguherînin firsenda çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: “Hewcehî bi guherîna zîhniyet û paradîgmayê heye.”
Ciwanan di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de li Dîlok û Stenbolê pankart daliqandin û li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Ciwanan, banga “Ji Abdullah Ocalan re azadî” kirin.
Welatiyên Şengal û Mexmûrê li dijî êrişan bi fikrên Abdullah Ocalan xwe birêxistin kirin û jiyana xwe li ser bingeha xweparastinê ava kirin, wiha gotin: “Heta ku Rêbertiya me ji hêla fîzîkî ve di nav gelê me de nebe, mirov nikare qala aştiyê bike.”
MYK’a DBP’ê diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komplo vala derxistiye û got: “Divê birêz Abdullah Ocalan tavilê azad bibe û zemîna muzakereyên demokratîk bê amadekirin.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, wiha got: “Dê derbekar winda bikin, gel dê bi ser keve.” Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê jî got: “Em banga parastina demokrasî û hiqûqê li her kesî dikin.”
Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat tayînkirin, ji hêla rêveberiya mîna wî hatiye tayînkirin ve hat pêşwazîkirin. Kesên li rêveberiya şaredariyê hatin tayînkirin di ketina şaredariyê de bi dirûşma “Diz heye” hatin pêşwazîkirin.