Bi hezaran kes ber bi Amedê ve diherikin
- rojane
- 14:06 27/2
Bi hezaran kes ji Dêrsim, Êlih, Rihayê û bajarên din bi strana “Em bernadin vê dîlanê” û bi govendan ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Bi hezaran kes ji Dêrsim, Êlih, Rihayê û bajarên din bi strana “Em bernadin vê dîlanê” û bi govendan ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Serokê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren û endamên Lijneya Rêveber ku ji ber daxuyaniya têkildarî “Qirkirina Ermenan” dihatin darizandin, ji dozê beraet kirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan zindî were temaşekirin, li 7 bajaran amadekariyên xwe temam kir.
Xelkê Botanê ber bi Amedê ve bi rê ket ku dê daxuyaniya dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser ekranên ledê zindî were weşandin. Welatiyan di peyamên xwe de diyar kirin ku gelek bi kelecan in.
Qada Şêx Seîd ku dê daxuyaniya dîrokî ya Abdullah Ocalan li wir bi zindî were weşandin, ji bo daxuyaniyê tê amadekirin.
Amadekariyên li Qada Bajar a Wanê ku dê bi beşdariya bi deh hezaran kesan banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê were guhdarîkirin, ber bi dawiyê ve ne.
Hat ragihandin ku dê Şandeya Îmraliyê banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Hotêla Elîte Worldê ragihîne.
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir.
Parlamentoya Îranê, pêşniyarqanûna ji bo li dibistanan bi zimanên netewî û herêmî perwerde bê dayin hatibû pêşkeşkirin, red kir.
Mehmet Aydin Sogut ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û got ku ji bo pêşiya tehliyeya wan were girtin bi awayekî keyfî der heqê wan de lêpirsînên îdarî û edlî tên vekirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa dewleta tirk a li dijî gundê Riwêşid ê navçeya Şedadê ya li başûrê Hesekê şermezar kir.
TJA, DBP û DEM Partiyê bang li gelê Amedê kirin ku ji bo peyama dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bên Qada Şêx Seîd.
Gelê Amedê li çaverêya peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Welatiyan gotin ku divê peyam bidîmen be û diyar kirin ku hewceye Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be.
Girtiyê nexweş Selman Esmer li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonkarahîsarê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye. Bi hinceta ku Esmer zexta lêgerîna tazî û poşmantiyê qebûl nekir, tehliyeya wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
Dîmenên îşkenceya li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê li girtiyê bi navê Musa Adsiz hat kirin ku dozger wan wekî "delîl" nehesibandibûn, derketin holê.