Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo di bin tecrîdê de ye’ derket
- rojane
- 10:32 13/10
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Pêvajo di bin tecrîdê de ye” derket.
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Pêvajo di bin tecrîdê de ye” derket.
Amadekariyên mitînga “Ji Ocalan re azadî” ku dê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê were lidarxistin, didomin. Komîteya Bernê ji bo mitîngê ji bo mehekê seferberî ragihand.
Parêzer Tûgay Bek diyar kir ku lêpirsîna der barê kuştina belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadri Bagdû de bi zanebûnî baş nehatiye lêkolînkirin û got: "Dosye ger wekî cînayeteke siyasî bê nirxandin, dê bûyer were ronîkirin."
Midûriyeta Meteorolojiyê da zanîn ku germahiya hewayî dê di bin germahiya asayî ya demsalê de bin û ji bo 9 bajarên bakurê Kurdistanê bi koda zer hişyarî kir.
Welatiyên bi navên Sebrî Nasan û hevjîna wî Zeyneb Nasan li Efrînê ji hêla komên paramîlîter ên dewleta Tirk ve hatin revandin.
Mitînga “Civaka Demokratîk û Azadiyê” ya Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê bi dawî bû. Piştî mitîngê, ciwanan meş li dar xist.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga “Azadiyê” ya li Êlihê de got: “Heta deriyên Îmraliyê neyên vekirin dê ev pêvajoya dîrokî nekare bi çareseriyê biencam bibe.”
Welatiyên tev li mitînga “Civaka Demokratîk û azadiyê” ya Êlihê bûn, ji ber neavêtina gavên şênber dewlet û îktîdar rexne kirin û gotin: “Em ne ji dewletê, ji birêz Ocalan bawer in.”
Di mitînga “Civaka Demokratîk û Azadiyê” ya li Êlihê de postereke mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hilgirtin.
Di 10’ê Cotmehê de li Qoserê di malekê de şewat derket û hejmara zarokên jiyana xwe ji dest dayin derket 2’yan.
Fîlozofê Tûnisî Fathî Trîkî piştgirî da banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan û got: “Kurd xwedî wî mafî ne ku azad û birûmet tev li jiyana sivîl û siyasî bibin.”
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di mitînga “Azadiyê” ya Êlihê de axivî û got ku weke komîsyon dê di demekî nêz de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got: “Ev, mitînga birêz Ocalan e. Em azadiya wî dixwazin.”
Di encamnameya konferansa Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk a li Mêrdînê hat lidarxistin de hat gotin ku bi polîtîkayên mijûlkirinê û bi zexta çekberdanê ya li Rojava tê kirin re pêvajo tê xitimandin.
Rojnameger û derhênerê belgefîlman Hakan Tosun ku ji şeva 10’ê Cotmehê ve agahî jê nedihatin girtin, li kêleka rê bi awayekî derbkirî hate dîtin. Hat zanîn ku xwîn çûye ser mejiyê Tosun û niha li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin.