'Hê jî êriş li şînên Kurdan tên kirin'
- rojane
- 09:20 29/10
Hevseroka MEBYA-DER'ê ya Êlihê Nezahat Toprak Hasanê bal kişand ser ku dewletê di vê pêvajoyê de ji avêtina gavan dûr ketiye û tevî vê pêvajoyê jî hin pêkanînên xwe didomîne û got: "Em hîn jî di rewşeke wiha de ne ku êriş li ser cenazeyên Kurdan hene û em hîn jî nikarin cenazeyên xwe wergirin."
