ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN
- rojane
- 09:00 07/12/2024
Ji ber mija zêde ya li navenda Amedê, navbera dîtinê heta 10 metreyan jî ket.
Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku hin aliyên girêdayî dewleta tirk bi îdiayên nerast hewl didin ku taxê ji niştecihên wan vala bikin û bêyî garantiya navneteweyî berê wan bidin Efrînê. Meclisê bang li şêniyan kir ku bi van îdiayan neyên xapandin.
Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê diyar kir ku komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê û DAIŞ’ê li bejahiya Dêrazorê dîsa bi cih bûne û ragihand ku ew derbasî navenda bajarê Dêrezorê û rojavayê Firatê bûne.
Hevberdevka komîsyona kongreyê ya KURDÎGEH'ê Leyla Çakir diyar kir ku dê komeleya wan kongreyê li dar bixe û ev bang kir: “Em ê di demeke nêz de kongreya KURDÎGEH’ê pêk bînin. Bila hemû zimanhez û dildarên zimanê Kurdî li derdorê KURDÎGEHê bibin xelek.”
Mehmet Turgay ê 32 sal bûn di girtîgehê de, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê hate berdan.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî got: “Rewşekî leşkerî û siyasî ya nû derket holê. Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne. Divê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nîqaşên çareseriyê de cih bigire.”
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa xwe da û ji bo her 4 bersûcan cezayê muebbeta girankirî xwest.
Li herêma gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor ên Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Bi hincetên “Fikrên wî û yên Abdullah Ocalan wekhev in” û “poşman nîne” tehliyeya Adnan Çelebî ê 30 sal in girtî ye, hate taloqkirin.
Ji serê sibehê ve li Amedê mijeke zêde heye û bajar di nava mijê de winda bûye.
Abdullah Adlî, Baver Coşkun û Berdan Kurt ku li Girtîgeha Marmarayê tên ragirtin, dan zanîn ku hem li emniyetê hem jî li girtîgehê rastî “lêgerîna tazî” û tundiyê hatine.
Aktîvîsta mafên mirovan û parêzer Margaret Owen êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke “qirkirin” nirxand û wiha got: “Li hemberî gefa li ser hebûna Rêveberiya Xweser divê hemû dinya bikeve nava hewldanê.”
Rojnameger Yehya Elo ku li Minbicê di eniya şer de geşedanan dişopîne anî ziman ku komên paramîlîter bi rojan e êrişî Minbicê dikin lê gavekê jî pêş neketine û wiha got: " Gelên Minbicê li derdora Meclisa Leşkerî ya Minbicê kom bûne. Minbic, 8 sal bere ji tarîtiyê hat rizgarkirin û careke din teslîmî tarîtiyê nabe."