Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
- rojane
- 11:04 24/11
Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê îro bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê îro bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku serdana Îmraliyê dê ji bo pêvajoyê sûdewer be û dê ji bo Tirkiyeyê baş be. Ebdî, got ku rêveberiyeke nenavendî dê Sûriyeyê xurttir bike.
Şîna endamê HPG’ê Cezur Gunduz a li Silopiya ya Şirnexê bi girseyî hate ziyaretkirin.
Hat zanîn ku di sîhên rojnameger Huseyîn Aykol de bakteriyeke nû derketiye û bijîşkan got ji bo xwarinê dê rêbaza PEG’ê bi kar bînin.
Rojnameya Ronahiyê ku ji ber pirsgirêkên teknîkî navber dabû weşanê, ragihand ku dîsa dest bi çapê kirine.
Li Wanê du kom pev çûn û di pevçûnê de çek hatin bikaranîn. Di êrişê de bavek û kurê xwe hatin kuştin.
Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî, diyar kir ku di mijarên leşkerî de bi Şamê re mitabaqetek heye lêbelê heta meseleyên esasî neyên çareserkirin dê peymaneke giştî jî çênebe. Ebdî, got: "Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike û aramiyê bîne herêmê."
Li gundê Kor Elî yê Kobanê malbata ku zeytûn diçandin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin gulebarankirin. Endamên malbatekê ji ber gulebaranê birîndar bûn.
Siyasetmedar û parêzvanê mafê mirovn Şevket Epozdemîr ê ku dema Serokê DEP'ê yê Tetwanê bû hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Di çalakiyên li Stenbol û Îzmîrê de yên balê kişandin ser rewşa girtiyên nexweş, rewşa girtiyên jin ên nexweş hat ragihandin. Li Enqereyê jî doza berdana Fevzî Adanir hat kirin.
Xizmên windayan li Amedê li aqûbeta jinên ku di cinayetên kiryar nediyar de hatine qetilkirin pirsin û li Êlihê li aqûbeta Siddik Kaya û li Colemêrgê jî li ya Îslam Terkoglû pirsin.
Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Hayrettîn Eren ku aqûbeta wî 45 sal in nayê zanîn, li Qada Galatasarayê kom bûn. Di çalakiyê de, Dayikên Şemiyê daxwaza avakirina komîsyonekê kirin da ku sûcdar bên darizandin û wiha gotin: "Dîwarê şermê yê li pişt me rakin."
Şînên Mehmet Bozkurt ê HPG'î û Neslihan Akgul a YJA-Starî bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi girseyî hatin ziyaretkirin.