Li Bedlîs û Sêrtê operasyon: Daristan tên bombebarankirin
- rojane
- 11:21 24/6
Hat zanîn ku di operasyona li navçeya Xîzan a Bedlîsê û herêmên Şîrwan û Perwarî yên Sêrtê de qadên daristanan tên bombebarankirin û gund hatine dorpêçkirin.
Hat zanîn ku di operasyona li navçeya Xîzan a Bedlîsê û herêmên Şîrwan û Perwarî yên Sêrtê de qadên daristanan tên bombebarankirin û gund hatine dorpêçkirin.
Hate diyarkirin ku operasyona li bejahiya 3 gundên Elkê hatiye destpêkirin didome û li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî wiha got: “Ji bo dernekevin derveyî welat, li çavkaniyan negerin û têkiliyên navneteweyî pên nexin, derheqê gelek hevşaredarên me de biryara qedexeya derketina derveyî welat hatiye dayîn.”
Birayên hev Mazhar û Nûrî Demîr ên ji bo mudaxileyî şewata di navbera Amed û Mêrdînê de derket bikin ji malê derketin, li gel pismamê xwe Hasan Demîr ên bi hev re çûn jiyana xwe ji dest dan.
Şirîkê şaxa Burger King a rastî êrişê hatibû Omer Felat Kaya diyar kir ku êriş bi awayekî organîzeyî tên kirin û êrişkaran xwestin midûrê kargehê lînç bikin.
Welatiyan banga beşdariya mitînga “Em ê ji bo ked û azadiya xwe rê nedin qeyûm” kirin û gotin, “Divê em bersiva xurt bidin zîhniyeta mêtinger a dewletê.”
Midûriyeta polîsan a li Amedê bi hincetên cuda hemû çalakî û aktîvîteyan asteng dike, êrişên komên HUDA-PAR’iyan ên li dijî kargehan û koma reqsê tenê temaşe kir.
Şewata di navbera Amed-Mêrdînê de ji ber têlên ceyranê derket û nîqaşên têkildarî mijarê didomin. Di vê navberê de dîmenên şewata li Dêrikê ji ber têlên ceyranê derketî derketin holê.
Wezîrê Çandiniyê û Daristanê Îbrahîm Yumakli bîlançoya şewata li Çinarê û Şemrexê eşkere kir. Wezîr diyar kir ku 924 heywan mirin e û qada ku ji 14 hezar û 900 dekar pêk tê şewitî ye.
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan di roja 211’emîn de didome.
Doç. Dr. Zafer Yilmaz bal kişand ku yek ji pirsgirêka herî bingehîn a welat pirsgirêka kurd e û wiha got: “Heke em bixwazin li ser vê axê hemwelatîbûneke azad û serbixwe xeyal bikin, divê çareseriya meseleya kurd jî li navenda vê xeyalê be.”
Hejmara 236’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêgeha me azadî ye’ derket. Rojnameyê nivîsa Felemez Ulug a ku şêwazên çalakiyên pasif rexne dike û balê dikişîne ser girîngiya çalakiyên ji bo azadiyê, derxist pêş.
Şandeya CHP’ê dê di pêşengtiya Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir de li gundên ku di navbera Amed û Mêrdînê de şewitîn lêkolînan bike.
Şandeya ku ji ber şewata di encama bombebarana bi rojane li Herêma Mawayê didome de xwest biçe herêmê hate astengkirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîk Bayindir ê di nav şandeyê de wiha got: “Bi dehan gundên me di çarçoveya operasyonê de hatin qedexekirin. Mudaxileyî şewatê nayê kirin.”