Bedela daxwazkirina edaleta ji bo Roboskê: 17 doz, gelek salên girtîgehê
- rojane
- 09:27 27/12/2024
Derheqê Velî Encu de ku ji bo birayê xwe û 33 kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin daxwaza edaletê kir, 17 doz hatin vekirin û 4 salan di girtîgehê de ma. Encû, got: “Ji Zîlanê heta Roboskê faîl tu caran nehatin girtin. Weke malbatên Roboskê em ji roja ewil heta niha li pey gotina xwe ne. Divê berpirsyarên komkujiyê bên darizandin.”