Ji bo rojnameger Selamet Turan biryara ceza û tehliyeyê
- rojane
- 13:51 09/1
Di danişîna doza rojnameger Selamet Turan de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate dayin û biryara tehliyeyê hate dayin.
Di danişîna doza rojnameger Selamet Turan de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate dayin û biryara tehliyeyê hate dayin.
Di doza rojnameger Sadik Topaloglû de biryara tehliyeyê hate dayin.
Navên welatiyên sivîl ên duh di êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan a li dijî Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dayin hatin eşkerekirin.
Hevserokê Komeleya Jiyan Hafize Azadiyê Ozan Devrîm ji bo danişîna biryarê ya doza Nezîr Tekçî ku li Geverê di dema binçavkirinê de hatibû qetilkirin, banga tevlibûnê kir û got: “Ji bo pêşî li necezakirinê were girtin, piştevanî girîng e.”
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku bi daxuyaniyên derew û manîpulatîf ên têkildarî Abdullah Ocalan re tê armanckirin ku hewldana çareserî û aştiyê vala were derxistin û wiha got: “Em bang li her kesî dikin ku ji bo avakirina bingeheke demokratîk kedê bidin.”
Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li Colemêrgê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin.
Hasîbe Mengîrkaon ku di dema êrişên DAIŞ’ê yên sala 2014’an ên li dijî Kobanê de bûbû sembola têkoşînê, li ser sînorê Qamişloyê peyama “Îro jî heman ruh hewce dike” da.
Ji bo Sakîne Cansiz li Dêrsimê bernameya bi bîr anînê hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî di bîranînê de wiha got: “Em ê têkoşîna Sakîne Cansizê li her derê bidomînin.”
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Girtiyê edlî R.K. ê 65 salî ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Amedê tê ragirtin û ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin. Di dema axaftina bidîmen de R.K. şopên derbkirinê nîşan da û malbatê jî qeyd kir.
Di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê de 2 jê polîs 3 kesan jî di nava tora talankirina malan de cih digirt. Dadgehê, cezayê van talankeran daxist û tevî îfade û qeydên bêtêlan jî di biryara beraetê ya ji ber sûcê talankirinê de got “delîl tune ne” û talanker parast.
- Dîlan Andok diyar kir ku Sakîne Cansiz bi tiştên afirandî re nemir bûye û wiha got: “Jineke Kurd a pir hêja, seknek û xeta têkoşîn û berxwedanê afirand.”
Rêveberê Eyaleta Hesen ê Partiya Çep a Alman Jakob Migenda bal kişand ser gengeşeyên ku di çarçoveya pirsgirêka kurd de tên kirin û got: "Ji bo destpêkirina muzakereyeke rast divê zordayîneke navneteweyî çêbibe."
Endamê Meclisa Gel û Baweriyan a HDK'ê Ayhan Ergenç bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a ji bo tevkariya erênî ya beşên cuda ya ji bo derdorên cuda û got: "Erka pêkanîna jiyana demokratîk li ser milê me hemûyan e."