7 rojnameger hatin berdan
- rojane
- 09:20 27/3
Rojnameger Yasîn Akgul, Zeynep Kuray, Hayrî Tunç, Gokhan Kam, Kurtuluş Ari, Alî Onur Tosun û Bulent Kiliç hatin berdan.
Rojnameger Yasîn Akgul, Zeynep Kuray, Hayrî Tunç, Gokhan Kam, Kurtuluş Ari, Alî Onur Tosun û Bulent Kiliç hatin berdan.
Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin, ji ajansa me re name şand û got: “Tevî sepanên dijdemokratîk jî hêviya me ya ji bo jiyaneke adilane didome.”
Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin. Velî Saçilik jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsan êrişî çalakiya protestoyî ya xwendekarên ODTU’yê kirin û di êrişê de gelek xwendekar hatin binçavkirin.
Li Uludagê di hotêlekê de şewat derket. Li gorî agahiyên destpêkê, kesekî jiyana xwe ji dest da û xebatên ji bo vemirandina şewatê didomin.
Di nava hefteyekê de hesabê X’ê yê 12 rêxistinan jinan û platforman li Tirkiyeyê hatin astengkirin.
Şaxa ÎHD a Stenbolê ji bo protestokirina desteserkirina Şaredariya Şîşlî ya Stenbolê li pêşiya avahiya komeleyê daxuyaniyek da.
Bi sedan nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û dilxwazên civaka sivîl têkildarî lêpirsînên li hemberî ÎBB'ê daxuyaniyeke hevpar dan û ji bo tifaqa demokrasiyê bang kirin.
Navnîşana "mezopotamyaajansi42.com" a Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin.
Li İzmir û Antalyayê ji kesên tevlî protestokirina li dijî girtina "Ekrem Îmamoglû" bûn 20 kes hatin girtin.
Endamê Meclisa Şaredariya Zurîhê Yves Henz işaret bi banga Abdullah Ocalan kir û got: "Niha ji pêkanîna aştiyê û bidawîkirina vê dîktatoriya li ser gelê kurd, berpirsyar hikûmeta tirk e."
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Şirnexê jinan ji bo balê bikişînin ser doza endamên çeteya fihûşê ku dê sibe were lidarxistin, meş li dar xistin.