Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 09:58 20 Gulan 2025
  • |
img

STENBOL - Di çarçoveya operasyona “nelirêtiyê” ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de 22 kes hatin binçavkirin. 

 
Di çarçoveya lêpirsîna “nelirêtiyê” ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ve hatiye destpêkirin de gelek kes hatin binçavkirin. Di pêla operasyona biçavkirinê ya sêyemîn de Serokê Daîreya Çapemenî Weşan û Têkiliyên Gel a ÎBB’ê Taner Çetîn jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin.  
 
Hat zanîn ku Cîgirê Şaredarê Çeşmeyê Onur Gulîn û asîstana Taner Çetîn a bi navê Arzu Can jî hatine binçavkirin. 
 
Navên hin kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatine binçavkirin ev in: “Serokê Daîreya Çapemenî Weşan û Têkiliyên Gel a ÎBB’ê Taner Çetîn, asîstana Taner Çetîn Arzu Can, Midûra Têkiliyên Karên Gel re Serap Karay, Cîgirê Midûra Têkiliyên bi Gel re Mûstafa Karaoglû, Mûsa Ozişik, Cîgirê Şaredarê Çeşmeyê Onur Gulîn û Cîgirê Şaredarê Avcilaê Mehmet Mandaci.”