ENQERE - Ji bo siyasetmedar Hamît Geylanî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Wekîlê Colemêrgê yê berê, nivîskar û helbestvan Hamît Geylanî ku li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, duh jiyana xwe ji dest da. Ji bo bîranîna Geylanî, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Li gel malbata Geylanî, her wiha Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û gelek kes tev li bûn.
'EM Ê TÊKOŞÎNA WÎ BIDOMÎNIN’
Pervîn Buldanê di bîranînê de got: “Dostên me yên qedîm yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Di dema ciwantiya xwe de li Colemêrgê kekê min ê biqedir Hamît Geylanî bandoreke mezin li min kiribû ku gav biavêjim nava siyasetê. Geylanî, li pey xwe jiyaneke birûmet, dilnizmî û têkoşîn hişt. Em ê têkoşîna wî bidomînin.”
‘GELPARÊZ BÛ’
Tuncer Bakirhan jî got: “Ev mekan mekana berxwedan û hêviyê ye û em kekê Hamît li vir oxir dikin. Hamît Geylanî; ne tenê siyasetmedar bû, her wiha kesekî gelparêz bû. Li ku derê berxwedanek hebûya Hamît Geylanî li wir bû. Ev mekan şahidê van tevan e. Em ê kekê Hamît ber bi warê yê berxwedêr ve oxir bikin ku lê helbest nivîsandine, roman nivîsandiye. Di serî de kekê Hamît û Sirri Sureyya Onder, em soz didin hemû hevrêyên xwe yê li vê qadê ked dane, li ber xwe dane û tu caran serî netewandin dikin ku em ê ve dozê bi ser bixin.”
‘GEYLANÎ PARÊZERÊ GELÊN ME YE’
Her wiha peyama rojnameger Huseyîn Aykol ji bo bernameyê şandî hate xwendin. Peyama Aykol, ji hêla ji rêveberên DEM Partiyê Selahattîn Gezer ve hate xwendin. Peyama Aykol, wiha ye: “Bawerim hemû kesên beşdarî torena cenazeyê bûn bi awayekî Hamît Geylanî nas dikin û jê hez dikin. Lê ez dîsa jî ez dixwazim çendek tiştan bibêjim. Beriya her tiştekî, di hemû partiyên me yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ser zemîna legal hatine avakirin û mixabin bi merîfeta AYM’ê hatin girtin de, ji serokatiya giştî heta hemû peywiran de cih girt. Bi vê wesîleyê jî weke wekîlê Colemêrgê hate hilbijartin. Hamît Geylanî, parêzerê gelên me ye, li ku derê der heqê me de dozek hatibe vekirin ew li wir bû. Ew, helbstvanek û nivîskarekî xwedî dilekî hestiyar bû. Hevjîneke hêja, bavekî hêja û bapîrekî hêja ye. Dost û hevrêyê me tevan e. Hamît Geylanî mirove mirov. Valahiya wî li pey xwe hiştî dê wisa bi hêsanî neyê dagirtin. Lê helbest, roman û gotarên wî ji me re weke mîras man. Em ê wî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”
‘BI QASÎ JI DEST HAT LI BER XWE DA'
Keça Geylanî, Yekbûn Geylanî jî diyar kir ku di demên dawî de pirsgirêkên tenduristiyê yên bavê wê zêde bûn û got: “Bi qasî ku bikare bijî jiyan lê ewqas ji destê wî hat. Di pêvajoya HEP’ê de di navenda siyasetê de cih girt. Xwe ji tu peywir û berpisyartiyan paşve neda. Car hat navê wî di lîsteyên înfazê de cih girt, car hat gef lê hatin xwarin. Lê wî tu caran ji rêya jê bawer dikir xwe şaş nakir û dev ji nirxên xw berneda.”
Yekbûn Geylanî, bavê xwe bi bêhnfirehiya xwe ya di demên krîzan de û bi esaletê pênase kir û got: “Weke malbatê em spasiya we dikin ku hûn bavê me li gel me oxir dikin.”
Bîranîn, bi pêşandana sînevîzyoneke der heqê jiyan û têkoşîna Geylanî de bi dawî bû.