Saeta ziyaretên ji bo Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn

  • rojane
  • 12:56 10 Çile 2025
  • |
img

ENQERE - Saetên ziyaretên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê yên bi Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re diyar bûn. 

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di dawiya hefteyê de bi Hevserokên HDP’ê yên berê Fîgan Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinê bikin. Saeta serdanan diyar bûn. 
 
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di 11’ê Çileyê de li Girtîgeha Edîrneyê bi Selahattîn Demîrtaş re û di 12’ê Çileyê de jî li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê bi Fîgen Yuksekdag re hevdîtinê bike. 
 
Di parvekirina DEM Partiyê ya têkildarî mijarê de wiha hate gotin: “Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di 11’ê Çileyê roja şemiyê saet di 13.00’ê de li Edîrneyê bi Demîrtaş re û di 12’ê Çileyê roja yekşemê saet di 13.00’ê de jî li Kandirayê bi Fîgen Yuksekdagê re hevdîtinê bike.” 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin dê piştî hevdîtinan daxuyanî neyên dayin û wiha hate gotin: “Tê plankirin ku di demên piştre de daxuyaniyeke berfireh were dayin.”