DÊRSIM - Siyasetmedarên DBP’î ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku dê di 17’ê Gulanê de li Dêrsimê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran tên bîranîn. Kaytan û Altûn dê di 17’ê Gulanê de jî li Dêrsimê bîranîneke girseyî were lidarxistin. Bîranîn dê saet di 13.00’ê de li Qada Seyîd Riza bê lidarxistin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dêrsimê Selvî Gungormuş, banga tevlibûnê li tevahiya şêniyên bajar kir. Selvî Gungormuş, got: “Tirkiye di pêvajoyeke dîrokî de ye. Em di pêvajoyeke dîrokî ku dê êdî dayik negirîn, tundî nebe û pirsgirêk bi rêyên demokratîk bên çareserkirin de ne. PKK’ê demek berê kongreya xwe li dar xist û diyarî Kaytan û Altûn ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane kir. Dê li Dêrsimê bîranînek bê lidarxistin. Em bang li tevahiya gelê Dêrsimê dikin ku tev li bibin. Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve.”
BANGA TEVLIBÛNA BÎRANÎNÊ KIR
Siyasetmedarê DBP’î Mehmet Zirig jî diyar kir ku banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên kongreyê ji bo pêşketina siyaseta demokratîk gelek girîng in û got: “Tekane rêya xelasiya ji aloziya li Rojhilata Navîn, bi aştî û diyaloga ku birêz Ocalan balê dikişîne ser pêkan e.”
Zirig, anî ziman ku Kaytan û Altûn di têkoşîna aştî û avakirina civaka demokratîk de kesayetên sembol in û ev bang kir: “Lewma jî divê biryardariyeke bê ka ev têkoşîn çawa were domandin bê nîşandan. Lewma ji bo bîranîn xurt derbas bibe em banga tevlibûnê li tevahiya gelê xwe dikin.”