STENBOL - Parêzer Ercan diyar kir ku ya girîng ne ew e ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bigire rojeva xwe û wiha got: “Ya girîng, biryara tê dayin e. Gavavêtina li gorî biryara DMME’yê dê bandoreke erênî li têkoşîna demokrasî û aştiyê ya Tirkiyeyê bike.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di navbera 17-19’ê îlonê de bicive. Yek ji rojevên komîteyê jî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya bi boneya cezayê muebbeta giran têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş de ye. Rêxistinên maf û hiqûqê cara ewil di 26’ê tîrmeha 2021’an de û cara duyemîn jî di 31’ê tîrmeha 2024’an de serî li komîteyê dabûn û jê xwestibûn ku biryara binpêkirinê bicih bînin. Komîteyê 3 sal piştre biryar da ku mijarê bigire rojeva xwe.
Ji bo Abdullah Ocalan bikare bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike, di 25’ê gulana 2021’ê de kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin. Yek ji hiqûqnasên beşdarî kampanyayê bûyî jî hiqûqnasê cezayan Ercan Kanar bû. Kanar, têkildarî bandora biryarên komîteyê kir.
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ YÊ ABDULLAH OCALAN BÊ CÎBICÎKIRIN’
Kanar, diyar kir ku hêvîkirina azadiyê mafekî sereke yê mirovan e û wiha got: “Bêparhiştina mirovan a tevahiya emrê xwe de, binpêkirina vî mafî ye. DMME’yê got ku cezayê muebbeta giran a heta mirinê, binpêkirina xala qedexeya îşkenceyê ya PMME’yê ye. Got ku divê ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bê qebûlkirin. Mafê hêvîkirina azadiyê divê mafê her kesên di nava çar dîwaran de be. Ji ber ku bi vî mafî re mirov êdî dibe kirde.”
‘AZADÎ DI XWEZAYA MIROVAN DE HEYE’
Parêzer Ercan Kanar, cezayê hefsê yê heta mirinê weke “korîdora mirinê” pênase kir û ev tişt anî ziman: “Mirov gav bi gav, parçe bi parçe ji jiyanê tê qutkirin. Tunekirina beden û mejî ye. Ev, cezayeke girantir e. Îşkenceyê dide mirov û li dijî xwezaya însan e. Ji ber ku di xwezaya mirovan de azadî heye. Lewma divê Tirkiye teqez vî cezayî ji qanûnan derxîne.”
MÎNAKÊN ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ YÊN LI CÎHANÊ
Kanar, biryarên DMME’yê yên têkldarî cezayên bi vî rengî bi bîr xist û wiha pê de çû: “Weke mînak; biryara Vînter a Ingilistanê heye. Biryara Lorgov a Bulgaristanê heye. Biryara Schuster a Îtalyayê heye. Ev biryar ji ber cezayê muebbeta girankirî tên rexnekirin û tê gotin ku divê ev biryar piştî demekê li ber çavan bên derbaskirin. Di çarçoveya biryarê de jî Norweç, Spanya, Portekîz, Sirbistan û Bosna Hersek cezayê muebbetê radikin. Her wiha Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a Almanyayê û Dadgeha Destûra Bingehîn a Îtalyayê dibêjin; ‘Cezayê heta mirinê nabe, piştî demekê divê ev ceza li ber çavan bên derbaskirin.’ Heke di tevahiya van biryaran de tê gotin ku heke pêşiya berdana bişert girtî be, wê demê dibe îşkenceyeke dermirovî. Ev biryar, pir girîng in.”
‘DIVÊ EV CEZA JI MEWZÛATÊ BÊN DERXISTIN’
Di berdewamê de Kanar destnîşan kr ku heta sala 2002’yan jî li Tirkiyeyê cezayên darvekirinê jî di nav de, tu cezayên ku derfeta tehliyeyê tê de tune neketine meriyetê û wiha pê de çû: “Piştî Abdullah Ocalan di sala 1999’an de anîn Tirkiyeyê, di sala 2002’yan de di qanûnan de guhertin kirin û cezayê darvekirinê veguherandin muebbeta girankirî. Cara ewil di qanûnan de cezayeke ku hêviya tehliyeyê tê de tune kete meriyetê. Di esasê xwe de ev yek di pratîkê de xelet e. Ji ber ku di hiqûqa cezayê de qeydek heye, heke qanûneke aleyhe were sererastkirin, ev ceza ji bo sûcên beriya derketina qanûnê derbasdar nîne. Lewma jî ji bo Abdullah Ocalan qanûneke taybet derxistin û divê ev ji mewzûatê were derxistin. Hem li dijî xala 3’yemîn a PMME’yê ye, hem li dijî xala 5’emîn a danezana mafên mirovan e, hem jî li dijî fikraya 3’yemîn a xala 10’emîn a Peymana Mafên Siyasî ya NY’ê ye.”
JI BO AŞTIYA MAYINDE AZADÎ ŞERT E
Kanar, cezayê heta mirinê weke “qanûneke hovane” pênase kir û wiha got: “Abdullah Ocalan, rêberê gelê kurd e lewma cihê wî taybet e. Divê ji bo cîbicîkirina dostanî û aştiya gelan qanûneke taybet were derxistin û Abdullah Ocalan were berdan. Piştre jî divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin. Abdullah Ocalan nêzî 42 sal in nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Li gorî rapora CPT’yê tecrîd, rewşa windakirinê ye, rewşa agahînegirtinê ye. Ev yek li dijî Qeydên Mandela ye. Li gorî van qeydan, divê cezayên hucreyê yên demdirêj û domdar nebin. Di cezayên disiplînê yên herî giran de jî nabe ku pêşî li hevdîtinên bi parêzeran re were girtin. Her wiha divê girtî li girtîgeheke nêzî malbata xwe be. Her wiha divê mînaka her girteka derheqê girtî de ji girtî re were dayin. Anku divê înfazeke li gorî rûmeta mirovan be.”
‘HEWCEYE HEMÛ PARTIYÊN SIYASÎ LI DIJÎ TECRÎDÊ BIN’
Parêzer Kanar bi domdarî bal kişand ser agahiyên Tirkiyeyê bi Komîteyê re parve kirî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmetê agahiyên xelet parve dikir û tecrîdê înkar dike. Parêzer û malbat nikarin hevdîtinê bikin lê Tirkiye dibêje ‘binpêkirin tune ye.’ Jixwe li Ewropayê cezayê heta mirinê tune ye. Li Îmraliyê sepaneke tecrîdê yê mînaka wê li cîhanê pir kêm tê dîtin heye. Divê ne tenê rêxistinên civaka sivîl, hemû baro, muxalefet û partiyên siyasî yên Tirkiyeyê jî li dijî van sepanên tecrîdê derkevin û qebûl nekin.”
MUEYÎDEYÊN DIKARE LI TIRKIYEYÊ BÊN FERZKIRIN
Kanar, bi lêv kir ku heke Tirkiye biryarên DMME’yê bicih neyîne, dikare bi van mueyîdeyan re rû bi rû bimîne: “Konseya Ewropayê di vê mijarê de dikare du mueyîdeyan ferz bike. Ya yekemîn; dikare mafê dengdayîn û axaftinê yê Tirkiyeyê bide sekinandin, ya duyemîn jî dikare ji endamtiyê derxîne. Mijara sekinandina mafê deng û axaftinê beriya niha li dijî Azerbaycanê hatibû bikaranîn. Lewma Azerbaycan neçar ma ku paşvegavê biavêje. Dibe ku heman biryarê ji bo Tirkiyeyê jî bixin meriyetê.”
BANDORA BIRYARÊ
Kanar, destnîşan kir ku Komîte ji ber konjokturê tiştên Tirkiye dike çavên xwe lê digire û axaftina xwe wiha qedand: “Ewropa di nava 25 salên dawî de rewşa xwe ya herî qels dijî. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di mijara bicihanîna biryarên DMME’yê de pirsgirêkên mezin dijî. Divê ev rewş biguhere. Her çend dereng jî be, Konseya Ewropayê ev mijar girt rojeva xwe û ev tiştekî erênî ye. Lê ji girtina rojeva xwe zêdetir, biryara dide girîng e. Heke li gorî biryara DMME’yê biryarê bide, ev yek dê bandoreke erênî li têkoşîna demokrasî û aştiyê ya Tirkiyeyê bike. Dê rêya jiyaneke aştiyane û wekhev a gelan vebe. Divê ev cezayê faşîst tavilê ji mewzûatê bê rakirin û tecrîd bê bidawîkirin.”
MA/ Esra Solîn Dal