Li Zapê şerekî dijwar diqewime

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku li herêma Zapê di navbera leşkerên tirk û endamên HPG’ê de şerê dijwar diqewime. 

Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên bi ser başûrê Kurdistanê ve pêk tên, berdewam dikin. Li gorî nûçeya RojNewsê; duh bi şev di navbera leşkerên tirk ku xwestin li Zapê bicih bibin û endamên HPG’ê de şerekî dijwar qewimî. 
 
Li gorî nûçeyê hat destnîşankirin ku di vî şerî de gelek leşker hatine kuştin. Hat zanîn ku li herêmê şer û pevçûn berdewam dike.