Ji bo pirsa xizmeta bi kurdî bersiva ‘dewleta tirk dabeş nabe’ da

img

ENQERE - Wezareta Parastinê bersiv da pêşnûmeya têkildarî xizmeta bi zimanê kurdî û bi çar xalên ewil ên di Destûra Bingehîn de ku dibêje “Dewleta Tirkiyeyê bi welat û miletê xwe yekpar e nabe ku bê dabeşkirin. Zimanê wê tirkî ye.” bersiv da. 

 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Bêrîtan Guneş pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê û xwest hîn bibe bê ka zimanê kurdî di qada cemaweriyê de tê bikaranîn an na. 
 
Di pêşnûmeyê de tenê pirsek hebû û serokkomartî û 4 wezaretan di dîrokên cuda de bersiv dan. Yek ji wezaretan jî Wezerata Parastinê bû. Wezaretê bi çar xalên ewil ên Destûra Bingehîn ku dibêje “Dewleta Tirkiyeyê bi welat û miletê xwe yekpar e nabe ku bê dabeşkirin. Zimanê wê tirkî ye.” bersiv da. Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî jî tenê bi hevokekê bersiv da. Wezaret, li xwe mikûr hat û got ku tu xebatên Midûriyeta Pêşxistina Strajiyan a wezaretê yên ji bo bikaranîna zimanê kurdî tune ne. 
 
PROPAGANDA WEKE XIZMET PÊŞKEŞ KIR 
 
Wezareta Bazirganiyê jî di bersiva xwe de got ku di tevger û xebatên xwe de zimanên tirk û ingilîzî bi kar tînin. Di berdewama bersiva xwe de wezaretê îdia kir ku van xebatan bi awayekî wekhev dikin. Wezareta Perwerdeyê jî dersa hilbijarî ya “Ziman û zaravayên dijîn” ku di dibistanên seretayî û navîn de tê dayin weke mînak nîşan da. Serokkomariyê jî îdia kir ku weşanên TRT 6’ê ku propagandaya AKP û dewletê dike xizmeta cemaweriyê ye. Her wiha bal kişand ser weşanên ku Diyanetê bi gelek zimanan weşandî û diyar kir ku ev berhem bi kurdî jî hatine weşandin. 
 
'BERSIV DERAQILÎ NE’
 
Parlamenter Bêrîtan Guneş jî anî ziman ku bersivên hatine dayin nîşan dide ku zîhniyeteke yekperest e û wiha axivî: “Bi bersivên xwe piştrast kirin ku ji bilî tirkî mafê jiyanê yê tu zimanê din nîne. Bi taybet jî kurdî. Bi taybet jî Wezareta Parastinê îdia dike ku bi xizmeta kurdî re dê Tirkiye dabeş bibe. Ev tiştekî deraqilî ye. Em vê bersiva wezaretê qebûl nakin. Bi milyonan kes bi kurdî diaxive û cih nadin kurdî. Banga me li îktîdar û wezaretên têkildar ew e ku ji bo kurdî di qada cemaweriyê de bi awayeke wekhev û azad bê bikaranîn, gavan biavêjin. Parastina mafên ziman û çandî, nûnertiya wekhev û adilane dê ji bo aştiya civakî jî baş be. Di vê çarçoveyê de ji bo kurdî di her qadên cemaweriyê de were bikaranîn, em dixwazin gav bên avêtin.” 
 
MA / Mehmet Aslan