ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2024'AN

img

* Hevşaredara Bazîdê ya berê Delal Tekdemîr ku di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ye û protez di her du çongên wê de ne, nayê dermankirin.

* Nivîskar Engîn Yurtsever diyar kir ku Tirkiye hewl dide cihên hatine valakirin dagir bike û wiha got: “Rojhilata Navîn di nava şerekî de ye û dê gelek sînor biguherin. Tirkiye dixwaze sînorên xwe berfireh bike. Lê ew hêza wê nîne.” 
 
* Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Amedê bertek nîşanî qedexeyên li dijî kurdî dan û wiha gotin: “Qedexekirina zimanê kurdî tê wateya qedexekirina hebûna kurdan.” 
 
* Behiye Sevîm a li dijî tecrîda ji Îmraliyê balevî hemû girtîgehan bûye têdikoşe wiha got: “Em di nav şert û mercên wekhev de jiyanekî azad dixwazin. Bi qasî ku tecrîd neyê rakirin em ê li qadan bin.”
 
* Xizmên girtiyan dê li pêşiya girtîgehên Amed, Êlih û Îzmîrê çalakiyên “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00-17.00)
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan dê piştî serdana Osman Kavala, Tayfûn Kahraman, Can Atalay, Selçûk Kozagaçli û Bekir Kaya li pêşiya girtîgehê daxuyanî bidin. (15.00) ZINDÎ
 
* Nobetên edaletê yên li Stenbol û Îzmîrê li dijî tayînkirina qeyûm hatine destpêkirin dê bidomin. (19.30-22.00)
 
* Şaredariya Êlihê dê li Parka Yilmaz Guney dîwana dengbêjan li dar bixe. (20.00)