Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 15:46 24 Tîrmeh 2024
  • |
img
ÇEWLIG - Li Çewligê kesê bi navê Emîrcan Zazaoglû ku tê îdiakirin tiryakkêş e, bi kêran êriş kir. Di êrişê de 2 kes hatin kuştin û 7 kes birîndar bûn. 
 
Li derdora Hal a Kevin a navenda Çewligê kesê bi navê Emîrcan Zazaoglû ku tê îdiakirin tiryakkêş e, bi kêrê êrişî welatiyên li derdorê kir. Di êrişê de 2 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê. 
 
Emniyeta Çewligê têkildarî êrişê daxuyanî da û îdia kir ku êrişkar tiryakkêş e û di encama nîqaşa derketî de bi kêran êrişî derdorê kiriye. Hat ragihandin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
 
Walîtiya Çewligê jî got ku di êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne. Walîtiyê got ku êrişkar hatiye binçavkirin.