ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 24 Tîrmeh 2024
  • |
img

* Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir ku armanca dewleta tirk a bi êrişên li dijî Herêma Kurdistanê destkeftiyên gelê kurd in û wiha got: “Tirkiye dixwazê destkêftiyên başurê Kurdistanê ku kurdan bi berdelên mezin bi destxistine ji holê rake. PDK jî bi hevkariya xwe dibe şîrikê vê armanca Tirkiyeyê.”

 
* Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Alî Çelebî anî ziman ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê li ber kendal e û wiha got: “Divê rojnamevan û rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê di nava piştevaniyê de bin.”
 
* Ji 3 girtiyên li heman hucreyê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tên ragirtin yek felc e, yekê du destên wî nînin û yek jî di nav nivînan de ye. Parêzer Gulîzar Tûncer, anî ziman ku girtiyên ku neçar mane li hevdû binêrin di nav şertên dermirovî de têkoşîna jiyanê didin.
 
* Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî birîna daran a li Şirnexê bang li herkesê ku li dijî qirkirina xwezayê disekine kiribû ku di 28'ê tirmehê de li Şirnexê bin. Hevberdevkê Yekitiya Ekolojiyê Suleyman Eryilmaz ê bersiva vê bangê da, ji hemû pêkhateyên xwe xwest ku bersiva vê bangê bidin û got: “Em ê têkildarî talana li bajarên kurdan zêdetir gotinan bibêjin.”
 
* Welatiyên li navçeyên Tatos û Qereyaziyê ji lêhiyê bandor bûne li benda piştevaniyê ne. 
 
* Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Êlihê di nava 2 salan de ji bo organîzasyonên ku alîgirên îktîdarê tev li dibûn 52 milyon û 342 hezar û 740 TL pere xerc kiriye. Her wiha balkêş e ku 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye. 
 
* Starta 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê dê sibe bê dayîn. Di mîhrîcanê de dê balê bikişînin ser êrişên li dijî xweza û çanda bajar.
 
* Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle Peymana Lozanê weke “mezintirîn komploya a li dijî kurdan” pênase kir û wiha got: “Bi nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê re komar dikare bi demokrasiyê were tacîdarkirin.” 
 
* Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Îpek Bakirhan dê li Qersê bê definkirin. (12.00)
 
* Meclisa Jinan a DBP’ê û TJA dê atolyeyên xwe yên li dijî polîtîkayên şerê taybet li Amedê dabûn destpêkirin li navçeyên Sûr, Lice û Pîranê bidomîne. (15.00)
 
* Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin dê li Stenbolê bidome. (20.00-22.00)