Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû

  • rojane
  • 23:12 23 Tîrmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Pêşnûmeqanûna ku qetilkirina heywanên li kolanan diparêze, Ji Komîsyona Çandinî, Daristan û Karên gundan derbas bû. 
 
Di Komîsyona  Çandinî, Daristan û Karên gundan a Meclisê de hevdîtinên têkildarî heywanên kolanan a “Pêşnûme qanûna li ser guhertina qanûna parastina heywanan” ku ji 17 xalan pêk tê bi dawî bûn. Hevdîtinan 3 rojan bi komî 42 saetan berdewam kirin. Pêşnûmeqanûna hatiye qebûlkirin ji bo bê pejirandin dê bê Lijneya Giştî ya Meclisê. 
 
Gotina “Yên tên rehabîlîtekirin a di xala 4’emîn a pêşnûmeqanûna ku Berdevka TÎP’ê Sera Kadigîl anî rojevê de cih digirt weke “Kuçikên tên rehabîlîtekirin” hate guhertin û pisîk derveyî pêşnûmeqanûnê hatin hiştin.