Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê

  • rojane
  • 16:25 23 Tîrmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Girtiyê nexweş Mehmet Nûrî Tîryakî da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bû 3 meh nahêle biçe revîrê. 
 
Mehmet Nûrî Tîryakî yek ji girtiyên nexweş ên giran e û li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê tê ragirtin. Tîryakî, 28 sal in girtî ye û nexweşiyên wî yên weke şekir û hîpertansiyonê hene. Guhekî wî ji sedî 75 û yê din jî ji sedî 85 nabihîse. Lê belê di peydakirina dermanên pêwîst de zehmetiyan dikişîne. 
 
Tîryakî, bi rêya parêzerên xwe da zanîn ku ev bû 3 meh nahêlin biçe revîrê. Tîryakî, got ku gardiyanên pê re diaxive her tim bersiva neyînî didin wî.